Li Dersimê ciwanek dawî li jiyana xwe anî 2019-07-23 16:30:10     DERSIM – Li Dersimê Firat Kaya ê 25 salî xwe ji ser qata 4’an a avahiyê avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî.    Li Dersimê ciwanê bi navê Firat Kaya (25) derket ser avahiyek 4 qatî û xwe avêt xwarê. Kaya yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin. Hat zanîn ku ev demek dirêje Kaya tedawiya derûnî didît.