Hesabê TJA’yê hat rawestandin 2017-11-23 12:54:37 AMED - Hesabê TJA’yê yê Twîtterê beyî ku tu hincetî bidin nîşan hat rawestandin.  Hesabê Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Twîtterê li Tirkiyeyê hat rawestandin. Hesabê TJA'yê 13 hezar 800 şopînerên wê hebûn, tu hincet nehat nîşandan û hat rawestandin.   TJA'yê diyar kir ku der barê rawestandina hesabê wan de tu agahî nedane wan, dê vê pêkanînê re itiraz bikin. Hesabê TJA'yê tam jî di rojên ku xebatên 25'ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê ya Navneteweyî tên kirin de hat giritin, ev bû sedema nerazîbûnan.    Der barê mijarê de TJA'yê ev daxuyanî da: "Hesabê me yê Twîtterê li Tirkiyeyê hat rawestandin. Berî 25'ê Mijdarê em hewldana qutkirina dengê jinê şermezar dikin. Der barê rawestanina hesabê me yê Twîtterê de tu agahî nedane me. Em bang li hemû şopînerê xwe û raya giştî dikin ku vê pêkanînê şermezar bikin."