Walîtiya Wanê destûr neda konsera Mem Ararat 2019-07-23 15:26:25   WAN - Walitiya Wanê destûr neda ku Hunermendê Kurd Mem Ararat li Wanê konserê li dar bixe.  Mem Ararat li ser hesabê twîteerê ji Waliyêi Wanê pirsa "Gelo qedexeya konseran ji bo hunermendên bi tirkî muzikê dikin jî heye?" pirsî.    Cîgirê Waliyê Wanê Faruk Bulent Bayguven, destûr neda ku Hunermendê Kurd Mem Ararat li Wanê konserê bide. Veysel Aslan, ji bo Hunermend Mem Ararat di 31'ê Tîrmehê de li Salona Dawetê ya Villa Parkê konser bide, bi daxwaznameya 9'ê Tîrmehê serî li Walîtiyê da. Lê Cîgirê Walî Faruk Bulent Bayguven, bi hinceta ewlehiyê ku li qadên derve civîn, meş û daxuyanî hatine qedexekirin destûr neda ku Mem Ararat konser bide. Walîtiyê diyar kir ku ji ber ji 27'ê Tîrmehê ve heta 15 rojan li nava wan û sînorê wanê çalakî hatine qedexekirin daxwaza wan guncav nehatiye dîtin. Li ser vê yekê Mem Ararat li ser hesabê twîteerê ji Waliyêi Wanê pirsa "Gelo qedexeya konseran ji bo hunermendên bi tirkî muzikê dikin jî heye?" pirsî.