Memoyê benîşt firoş: Ku aştî pêk were dê baş be 2019-07-23 13:21:37 AMED - Mehmet Kizilay ê weke Memoyê benişt firoş tê naskirin, yek ji sîmayên rengîn ên beşdarî mîtînga duh a HDP’ê ya Amedê bû, diyar kir ku aştî pêk were dê baş be.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtinga “Aştiya Bi Rûmet û Çareseriya Demokratîk" li dar xist. Bi hezaran welatî tev li mîtîngê bûn û xwestin li şûna şer aştiyek bi rûmet pêş bikeve. Yek ji sîmayên rengîn ên beşdarî mîtîngê bû, Mehmet Kizilay ê weke Memoyê benişt firoş tê naskirin bû. Memoyê benîşt firoş ê bendên kontrolê derbas kirin û derbasî qada mîtîngê bû, hem beniştên xwe firotin û hem jî alên HDP’ê li ba kirin û şewqeyên ji bo mîtîngê  hatibûn amadekirin li welatiyan belav kirin.    Memoyê benişt firoş, daxwazên mitîngê pejirandin û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin. Memo, da zanîn ku ew naxwazin kes jiyana xwe ji dest bidin û wiha got: “Bila zarok nemirin. Êdî bila aştî pêk were. Ku aştî pêş bikeve, dê baş be. Êdî dema rawestandina rondikê çavên dayikan hatiye. Kesên jiyana xwe ji dest didin xwiş û birayên me ne. Elewî, Çerkez, Laz û hemû gel xwişk û birayên me ne. Werin em bi hevre bêjin, ji şer re na.”    Memo piştî van peyamên xwe, rastî eleqeyek mezin a lêdana çepikan a welatiyên derdorê hat.