Oncu: Yên di 24'ê Tîrmehê de plana hilweşînê amade kirin hilweşiyan 2019-07-23 11:04:42   ENQERE – Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku di ser Plana Hilweşînê ya 24'ê Tîrmehê re 4 sal derbas bûn û wiha got: “Yên Plana Hilweşînê amade kirin ew bi xwe hilweşiyan."  Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku şer ne çareserî ye û divê ji bo aştiyê gav bên avê tin. Yavuz Onen jî anî ziman li Tirkiyeyê mifteya siyaseta demokratîk Kurd in.    Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi plana têkçûn û hilewşîyê ya li dijî Kurdan li dijî Qandîlê operasyona hewayî hat li dar xistin. Bi sedan balafirên şer di şeva 24'ê Tîrmeha 2015'an de li ser Qendîlê bombe barandin û hikûmetê şer îlan ki. Piştî di 22'ê Tîrmehê de li navçeya Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin, hikûmetê kuştina 2 polîsan kir hincet û dest bi pêvajoya şer kirin. Di ser plana têkçûnê ya 24'ê Tîrmehê re 4 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de OHAL hat îlankirin. Bi KHK'ê zêdeyî 100 hezar mirov ji kar hatin avêtin û îxrackirin. Bi sedan sazî û rêxistin hatin girtin. Bi milyonan mirov betal man. Bi hezaran mirov hatin kuştin. Li gorî daneyên Vakfa Mafên Mirovan a  Tirkiyeyê (TİHV) Di navbera 16'ê tebaxa 2015-18'ê Adara 2016'an de 1 mîlyon û 642 hezar ketin bin bandora şerê li herêmê. 310  welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de 11 wekîlên HDP'ê û 10 hezar endamên HDP'ê hatin girtin. Piştî vê pêvajoyê li Tirkiye 5 caran hilbijartin pêk hat. Tirkiye êdî bi rejîma yek mirovî hat birêvebirin.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Ozturk Turkdogan, diyar kir ku li Tirkiye heta niha gelek darbe û pêvajoyên şer çêbûn, lê bi qasî niha Tirkiye rojên dijwar derbas nekirin. Turkdogan, anî ziman ku maliyeta vê pêvajoyê ji bo Tirkiye pir giran derbas bû û wiha got: "Êdî bi polîtîkayên şer Tirkiye bi rêve naçe. Ji ber ku bi polîtîkayên şer gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Krîza aborî pêş ket. Welatên ku di aliyê aboriyê de pir xurt jî nikarin bi şer xwe bi rêve bibin. Li dijî Kurdan berê jî tevgerên eskerî pêş ketin. Divê yên li dijî Kurdan van polîtîkayan pêş dixin hesabê pêşerojê jî bikin. Nifûsa Kurdan 40 milyon e. Çima em li şûna aştiyê şerê bi Kurdan re esas bigirin? Operasyonên eskerî li dijî serdemê ye. Di sedsala 21’an de pêdiviya Tirkiye bi aştiyê heye."   'YÊN PLANA TÊKÇÛNÊ AMADE KIRIN TÊK ÇÛN'   Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku di ser Plana Hilweşînê ya 24'ê Tîrmehê re 4 sal derbas bûn û wiha got: “Yên Plana Hilweşînê amade kirin ew bi xwe hilweşiyan."  Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku şer ne çareserî ye û divê ji bo aştiyê gav bên avê tin. Yavuz Onen jî anî ziman li Tirkiyeyê mifteya siyaseta demokratîk Kurd in. Onlu, anî ziman ku êdî Kurdan hem di qada navneteweyî de û hem jî di qada navneteweyî de xwe bi hêz û rêxistin kirine û di Rojhilata Navîn de kirine aktorê sereke. Onlu, destnîşan kir ku niha yê li Rojhilata Navîn bûye navend Rojava ye û yê li Tirkiye bûye navend û Tirkiye bi teşe dike jî HDP ye.    Bandora hêza Birêz Ocalan gelekzêde ye. HDP hêza wî ya sereke ye. Bi şer nikarîbûn hêza gelê Kurd bişkînin. Di salên 90'an de bi hezaran gund hatin şewitandin. Kurdistan bê mirov hiştin. Li rojava serhildanên gel pêş xistin. Lê Kurdan li qadek din rê ji xwe re ava kir. Yên xwestin di 24'ê tîrmehê de kurdan tune bikin di 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de ew bi xwe têk çûn.    ONEN: KURD MIFTEYA ÇARESERIYA TIRKIYE YE   Sazumankar û Cîgirê Hevserokê HDP'ê Yavuz Onen jî anî ziman ku "Pirsgirêka Kurd tune ye. Pirsgireka yên Kurdan qebûl nakin heye û pirsgirêkê çareser nakin hene. Pirsgrêka Dewleta Tirk heye. Divê Kurd rast bên dîtin û naskirin. Bi rêya tundî û înkarê pirsgirêk çareser nabe. Di encamê de yên winda bikin ne Kurd in. Bêyî Kurdan li Tirkiye siyaseta demokratik pêş nakeve.    MA / Selman Guzelyuz