Nûnerên Rêxistinên Civakî: Pêşniyaren Ocalan ji bo Tirkiye rêya çareseriyê ye 2019-07-23 09:04:11   AMED – Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê diyar kirin ku pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo Tirkiyeyê tekane rê ne û gotin, ji bo ev pêşniyar bên nîqaşkirin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.    Nûnerên saziyên civaka sivîl ên Amedê, pêşniyar û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên dawî de bi rêya parêzerên xwe re bi raya giştî re parve kiribû nirxandin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bal kişandin ser girîngiya pêşniyarên Ocalan û ji bo çareserkirina pirsgirêkê îşaret bi maseyê kirin.    KCD: GER KU 7 XALAN TÊXIN MERIYETÊ WÊ RÊYA AŞTIYÊ VEBE   Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nurî Ozdemîr, diyar kir ku 4 salin şer heye û bêdengiya hêza siyasî ya li hemberî ve rewşê rexne kir. Ozdemîr, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: 7 xalên çareseriyê yên Ocalan pêşniyar kir di asta manifestoya aştî û demokrasiyê de ye. Ji bo krîza aborî û alozî bi dawî bibe divê 7 xalên ku Ocalan pêşniyar kiribûn li ber çavan bên girtin û têxin meriyetê. Ger ku pêşniyarên Ocalan li ber çavan bigirin û têxin meriyetê wê rêya aştî û çareseriyê vebe."    Ozdemîr, da zanîn ku di nava 5 salan de li Rojhilata Navîn nêzî 10 milyon mirov ji ber şer koç kirin û wiha bi dawî kir: "Di şer de nêzî 500 hezar mirov jiyana xwe ji dest da. Rêya çareseriyê pêşniyarên Ocalan in. Divê pêşniyarên Ocalan esas bê girtin."    PLATFORMA KEDÊ: AŞTIYÊ HEVÎ ZÊDETIR KIR   Berdevkê Platforma Kedê ya Herêmê Dogan Hatun jî diyar kir ku li 19 bajarên Tirkiyeyê 305 hevparên Saziyên Civakî hene û piştî pêşiyarên Ocalan heviya wan a aştî û demokrasiyê bêtir bûye. Hatun, anî ziman ku di vê pêvajoyê de Tirkiye û Rojhilata Navîn êdî nikare şer û kaosê rake û pêdivî ji çareseriyê heye. ve Hatun, anî ziman ku peyamên Ocalan ji bo Tirkiye firsendek e û xwest Tirkiye vê firsendê bernede.    OHD: DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN   Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehmet Nurî Denîz, jî bal kişand ser 7 xalên ku Ocalan pêşniyar kiribû û got: "Divê nerînê aliyan bistînin û biçin Îmraliyê. Divê bi levkirina civakî ev yek bê niqaşkirin û bi Îmraliyê perve bikin. Ji bo vê yekê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Divê baro û akademîsyen karibin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Divê deriyê Îmraliyê ji saziyan re vekirî be. Rêxistinên civakî bi panel û konferansan vê pêvajoyê niqaş bikin û bingehek saxlem ava bikin. Pêşniyara Ocalan ji bo avakirina hiqûqê girîng e. "   DAYIKÊN AŞTIYÊ: BILA DESTÛR BIDIN HEVDÎTINA PARÊZERAN    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Afife Yîgît jî anî ziman ku Ocalan 7 xalên çareseriyê danî pêşiya dewletê û wiha got: "Lê li gel vê yekê tu gav nehatin avêtin. Ger ku dewlet be û soz dabe divê soza xwe pêk bîne û gavan bavêje. Divê bi lez destûr bide parêzeran ku biçin Îmraliyê û divê parêzer bi rêk û pêk biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Her roj cenaze tên. Her roj balafir radibin û bombe dikin. Başûr, Bakur û Rojhilat bombe dikin. Divê êdî balafir ranebin û bes bombe bikin."    Yîgît, da zanîn ku çawa dayikan ji bo hevdîtin dest pê bike rola xwe lîstin, ji bo 7 xalên ku Ocalan pêşniyar kiriye jî ji bo têkeve meriyetê wê rola xwe pêk bînin. Ji bo pêşniyarên Ocalan pêk bê emê rola xwe bilîzin. Ji bo şer bi dawî bibe û aştiya bi rûmet pêş bikeve emê rola xwe bilîzin.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey, jî anî ziman ku ger li gorî pêşniyarên Ocalan gav avêtibûna îro tu însanan jiyana xwe ji dest nedida û wiha got: "Lê kesên aştiyê naxwazin dixwazin her dem xwîn birije. Em dibêjin bila heta dawî deriyên Îmraliyê bê vekrin û her kes karibe hevdîtin bikin. Êdî bes e. Bila ev xwîna diherike êdî bi dawî bibe. Hemû dayik ji bo xwîna dirije bi dawî bibe divê destê xwe bidin hev û rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Em aşityek bi rûmet dixwazin. Dixwazin operasyona dervê sînor û hundir bi dawî bibe û şerê birakujiyê bi dawî bebe."    MA / Fethi Balaman