Ji dêvla doz li polîsan bê vekirin li wan hat vekirin 2019-07-23 09:03:08     WAN - Der barê malbata Şahîn de ku di binçavan de 4 rojan bi awayekî sîstematîk hatin îşkencekirin, îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku bi dehan sal ceza li ferdên malbatê bê birîn.    Di 14'ê Tîrmeha 2018'an de polîsan li Taxa Yalimelez a navçeya Îpekyolû ya Wanê avêtibûn ser mala malbata Şahîn. Di avêtina ser malê de Ayfer Şahîn, Abdulbakî Şahîn, F. Şahîn, Şehrîban Mamûk, Abdûllah Şahîn û Dîlan Gorur hatibûn binçavkirin û 4 rojan di bin çavan de mabûn û di dema binçavkirinê de bia wayekî sîstematîk ahtibûn îşkencekirin. Her wiha ji ferdên malbatê 5 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin girtin li girtîgehê jî hatibûn îşkencekirin. Li ser vê ferdên malbatê ji bo îşkenceyês erî li hin saziyan dabûn û rapro girtibûn, lê belê dozgerî guh nedabû raporên malbarê û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "heqareta li pewyirdarên cemaweriyê û "astengkriina peywirê" îdianame amade kir.    Îdianame ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Wanê ve hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Ayhan Şahîn û Fethûllah Şahîn "heqaret li peywirdarên cemaweriyê kirine" û ev tişt hatin gotin: "Ayfer Şahîn û Şehrîban Mamûk, bi cismê hişk ê di dest xwe de êrîşî pewyirdarên cemaweriyê kirine û wê kêliyê Abdulbakî Şahîn jî reviyaye û dema reviyaye ji nêrdewanan ketiye rdê û piştî bavêw an ketiye erdê Ayhan û F. Şahîn hewl dane birevin. Lê di wê kêliyê de Şehrîban Mamûk û Ayfer Şahîn hîn jî êrîş dikirin."    Di îdianameyê de hat îdiakirin ku ew cismê hişk çek bûye.    Di îdianameyê de hat xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li her ferdekî malbatê ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza bê birîn. Her wiha bi atwanbariya "heqareta li karmend" hat wxestin ji salekê heta 2 salan ceza li Abdûlbakî Şahîn û Ayhan Şahîn bê birîn, bi tawanbariya "astengkirina peywirê" hat xwestin ji 6 mehan heta 3 mehan ceza li Şehrîban Mamûk û Ayfer Şahîn bê birîn.    MA / Mujdat Can