Temellî: Em ê bi hev re qanûneke bingehîn a demokratîk çêbikin 2019-07-22 21:56:59   AMED – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li mîtînga Amedê axivî û got: "Lihevkombûna di îtifaqa demokrasiyê de, tê wateya mutabaqata civakiyî. Em ê bên cem hevdu û bi hev re qanûneke bingehîn a demokratîk çêbikin. Em ê qanûneke li ser asasê welatîbûyîneke wekhev çêbikin. Em ê rê li be rşatiyê vebikin."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di mîtînga HDP'ê ya Amedê de axivî.    'EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN, FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNIN'   Temellî, destnîşan kir ku li welat aloziyeke mezin heye û navê vê aloziyê jî pergala hikûmeta serkomariyê ya bloka AKP-MHP'ê ye û got: "Niha dem dema xelasbûna ji vê kabîsê ye. Em ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê bi hev re rê li ber muzakereya demokratîk vebikin. Pêkanîna muzakereya demokratîk deynê stuyê me ye. Em ê bi hev re ava bikin. Niha ev îktîdar hatiye dawiya rê. Çareya vê nexweşînê demokrasî ye, aştiyeke birûmet e. Em vê çareyê nîşan didin; Ew çi qasî israr dikin bila bikin, teqez em ê li vî welatî aştiyê pêk bînin."    Temellî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û li tevahiya Tirkiyeyê û got: "Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê birîxnin. Di dema hilbijartinan de tên van meydanan. Belê, tên vê meydanê û xwe şîrîn nîşan didin. Dibêjin 'Kurdistan'. Lê dema hilbijartin diqede, û dema di 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de şelmaqa kurdan xwarin, kurdî ji bîr dikin. Niha jî rabûne ji pirtûkan navê 'Kurdistanê' derxistine. Hetanî Evliya Çelebî jî çûne, navê 'Kurdistanê' derdixin. Hela biçin li dîrokê mêzekin dema Alparslan hatiye bê kî ew pêşwazî kiriye. Hem kurdan hem jî Kurdistanê hîn bibin. Ev ji dîrokê fêm nakin. Ev gelan nas nakin. Ev rûxîner in, bajarên dîrokî û çandî dirûxînin. Lê çi dibe bila bibe em ê xwedî li dîroka xwe, nasnameya xwe derkevin. Bi vî awayî em ê bi hev re pêşerojekê ava bikin. Em ê bi hev re komara demokratîk ava bikin."    EM DI RÊYA SÊYEM DE NE   Temellî di berdewama axaftina xwe de got: "Êdî em ketina ser rêya sêyem. Ji roja HDP hatiye avakirin heta niha em bi biryardarî têdikoşin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, ji bo ev welat ji polîtîkayên tecrîdê xelas bibe, ji bo ji Rewşa Awarte xelas bibe, em bi awayekî biryardarî di vê rêyê de dimeşin. HDp mezin dibe, her diçe bêtir vê rêyê vedike. Wê gelên Tirkiyeyê, kurd, tirk, hemû bawerî, jin, kedkar, di bin banê îtifaqa demokratîk de bên gel hev. Em ê li welatê xwe yê hevpa bigihên hev. Em ê biaxivin, muzakereyê bikin. Divêtiya demokrasiya radîkal çi be em ê li kuçeyan wê pêk bînin. Em ê bi hev re siberoja xwe, pêşeroja xwe ava bikin. Lihevkirina civakiyî gaveke pir girîng e û em ê bi hev re vê gavê bavêjin. Lihevkombûna di îtifaqa demokrasiyê de, tê wateya mutabaqata civakiyî. Em ê bên cem hevdu û bi hev re qanûneke bingehîn a demokratîk çêbikin. Em ê qanûneke li ser asasê welatîbûyîneke wekhev çêbikin. Em ê rê li be rşatiyê vebikin."    Piştî axaftina Temellî, mîtîng bi stranên Koma Amed û gerandina govendê bi dawî bû.