Dema ku rêveberiya Kuristana Federe rexne kir weşana radyoyê rewestandim 2019-07-22 16:02:00 HEWLÊR - Gelê Başurê Kurdistanê ku di mijara êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de hêviyên xwe ji hikumeta nû qût kirine, bertekên xwe bi beşdariya telefonê ji bernameyên ragihandinê re tînin ziman. Lê balkêşe ku çêkerên bernameyan jî, dengê gel dibirin.  Gelê Başûrê Kurdistanê ku di mijara êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de hêviyên xwe ji hikumeta nû qût kirine, bertekên xwe bi beşdariya telefonê ji bernameyên ragihandinê re tînin ziman. Gel êdî naxwaze li hember nakokiyên di navbera aliyên siyasî û dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Başurê Kurdistanê bê deng bimînin. Gel hewl di de ji ber êrîşên dagirkerî ya dewleta tirk a li ser heremên wan bi rêya bernameyên ragihandinên ku bi partiyên desthiladariyê yên bêdengin ve girêdayî ne re ragihînin. Lê ev çapemenî ji bo pêşî li vê rêbaza gel bigirin, dengên wan qût dikin.     Li rexmê di demekî nêz de Hikumeta Herêma Kurdistanê hatiye avakirin, gelê Başurê Kurdistanê hêviyên xwe ji Kabîneya nu ya Hikumeta Herêmê qut kirine. Gel bi rêya bernameyên zindî yêndi radyoyan de tên weşandin dibin û hewl didin ku dengê xwe bigihînin aliyên peywendîdar. Gel diyar dike ku kabîneya hatiye avakirin tu cudahiya xwe ji kabîneyên din nîne. Gelê ku bejdarî bernameyandibin dan zanîn ku ew ji gundên wan hatine derxistin û  daxwazê ji hukumeta herêmê dikin ku li hemberî dagirkirina xaka Kurdistanê bê deng nemînin.    BERTEK NÎŞAN DAN    Gelê heremê yên di bin êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de bêzar bûne ligel, mijara bernameya “Warê Azad” a Radyoya Waar li ser avakirina kabîney nû ya hikumeta herêma Kurdistanê ya di 10’ê tîrmehê de bi rêveberiya Serok wezîrê Hikûmetê Mesrûr Barzanî hat avakirin bû jî, ji Zaxoyê jinekê bi navê Binevş Zaxoyî bi riya telefonê beşdarê bernameyê bû û bertek nîşan da. Binevş Zaxoyî, di bernameya ku weke mêvan Aborînas û hindekarê Zanîngehê Kawa Ebdulezîz beşdar bûyî de diyar kir ku kesên ku di kabîneya nû de hatine hilbijartin heman kes û heman aliyên desthilatdarin.   Binevş Zaxoyî da zanîn ku eger di hukumetê de hinek kesên nû neyên hilbijartin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel rêyên cuda neyên ceribandin, wê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê mezintir bibin û wê Kurdistan di halê xwe de bimîne.    ‘EM BAWER NADIKIN ÇARESERIYÊ PÊK BÎNIN'   Binefş Zaxoyî anî ser ziman ku, ji aliyê hukumeta herêmê ve heya niha ji bo kriza siyasî, aborî û civakî tu pêngav ne hatine avêtin. Zaxoyî ev tişt gotin: “Li hemberî binpêkirin û dagirkirina xaka Kurdistanê, tu helwest û nerazîbun ji aliyê hukumetê ve ne hatine nîşandan. Hêviyên me ne mane. Bawer nakim ku kabîneya nu ya hukumeta herêmê ji niha û şunde jî tu helwestan nîşan bide û çareseriyê pêk bîne.”   ‘JI MERE GOTIN HERIN BAJARAN'   Binefş Zaxoyî li hember dagirkirina Xaka Kurdistanê jî nerazîbunên xwe anîn ser ziman û wiha got: “Niha gundên me hemû hatine dagirkirin, em hemu derxistin e. Ji mere gotin ber bi bajaran ve herin. Ma emê bi kuve biçin? Debara jiyana me hemû li ser çandinî û xwedîkirina sewalan e. Eger em çandiniyê nekin û sewalan xwedî nekin tu çavkaniyekî cuda ya jiyana me nîne.”   Binefş Zaxoyî da zanîn kuji ber dagirkirina xaka Kurdistanê, neheqiyên ku li xelkê Kurdistanê tên kirin û zêdebuna krîza aborî hejmarek zêde xelkê Başur berê xwe dan welatên Avrupa. Zaxoyî, anî ziman ku ji eşîreta wê bi xwe jî gelek kes çune û got: “Ger çareseriyek neyê dîtin çend qirûş bikeve destê min ez ê jî biçim.”     DENGÊ GEL DIBIRIN    Dema Zaxoyî bêdengiya hikumeta nû, hemû partiyên desthiladar û ragihandinên wan ên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk rexne dikir, hem pêşkeşvan û hem jî mêvanê bernameyê bi îşareta qutkirina telefonê dike û piştî demek kurt de qut dibe.     Piştî Zaxoyî, mêvanê bernamê Ebdulezîz li ser dagirkeriya Kurdistanê  wek sedem PKK dide nîşandan û hatina leşkerên Tirkiyê ya nava xaka Kurdistanê asayî dît û got: ‘’Em hemu dixwazin Tirkiye nekeve xaka Kurdistanê. Tirkiye parastina sînorên xwe dike. Lê divê PKK bihaneyê ji bo Tirkiyê çêneke ku êrişî xaka Kurdistanê bike û aramiya Başurê Kurdistanê xirab bike.’’   MA / Erdogan Altan