Li Besta şewat bi daristanan ket 2019-07-22 13:13:37 ŞIRNEX - Piştî operasyona leşkerî, li hin qadên herêma Besta ya Şirnexê, şewatê rû da.   Li daristanên herêma Besta ya navenda Şirnexê şewatê rû da. Di şewata ku belavî qadek mezin bû de, gelek dar bûn xelî. Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî operasyona leşkerî şewatê rû daye û bi tu awayî mudaxileyê şewatê nayê kirin.