7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor 2017-11-23 11:43:39 WAN – Di bûyera kuştina Remziye Bor de tevî ku hevjînê wê Îrfan Bor roja bûyerê ne li mal bû jî 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn.  Li taxa Xaçorta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 19’ê nîsana 2016’an de Remziye Bor a ducanî di serde girtina malê de hatibû birîndarkirin û dema rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hevjînê Bor, Îrfan Bor ji ber bûyerê 19 meh in girtiye û derket pêşberî dadger. Doza biryardayîna ji bo Bor ê ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” dihat darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Wanê hat dîtin. Di dozê de Bor û parêzerê wî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê Bor dest bi parastina xwe kir.    'EZ WÊ ROJÊ NE LI MAL BÛM’    Bor diyar kir ku hevjîna wî ya ducanî jiyana xwe ji dest daye û li pişt bûyerê zarokek wan a biçûk maye û roja bûyerê jî ne li malê bûye. Bor da zanîn ku bi mehan e li gel tu sûcî jî nekiriye jî di girtîgehê de ye û bêyî ku bêtir mexdûr bibe berata xwe xwest.    Piştî Bor, parêzer Denîz Işik jî anî ziman ku muwekîlê wî roja bûyer qewimiye ne li mal bûye û daxwaza berdana wî kir.    7 SAL Û 6 MEH CEZA DAN    Piştî parastinan heyeta dadgehê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh ceza li Îrfan Bor birî.    ÇI BIBÛ?   Remziye Bor li mala xwe ya li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê di 19’ê nîsana 2016’an de ji aliyê polîsên tîmên taybet hatibû birîndarkirin. Bor a ku bi giranî birîndar bûbû di 17’ê gulana 2016’an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Dema Bor birîndar bûbû ducaniya 7 mehî bû. Dema Bor dihat dermankirin di 25’ê nîsana 2016’an de bi sezeryanê pidaka wê hat hildan û navê Newal lê hat kirin.    Dozgeriyê der barê doza Remziye Bor de gotibû “Ji sûcê di endamtiya rêxistinê de pêdivî bi lêpirsînê tune ye” û pêşiya lêpirsîna der barê peywîrdarên cemaweriyê de bê birêvebirin girtibû.