Balafirên Rûsya li bazarekê Îdlîbê xist: 18 mirî 2019-07-22 11:18:17 NAVEND NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku balafirên şer ên Rûsyayê, li bazarekê Îdlîbê xist û di encama bombebaranê de 18 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li gorî agahiyan, balafirên  şer ên Rûsyayê, bazareke li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlîbê bombebaran kir. Hat diyar kirin ku di encama bombebaranê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûn. Malaçavderiyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku dinava kesên jiyana xwe ji dest dayîn de 7 zarok hene.    Weke ku tê zanîn Îdlîb, bajarê herî mezin ê Sûriyeyê yê dibin kontrola cîhatçiyan deye. Malaçavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku ji meha Nîsanê û vir ve herî kêm 682 kesan di êrîşên hewayî yên rêveberiya Şam û Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî danayên malaçavdêriyê, yên di vê demê de jî, di êrîşên cîhatçiyan de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dane.