Ozguneş: Operasyonên Tirkiyeyê dê tiştekî nede destê PDK’ê 2019-07-22 11:16:59 AMED – Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş diyar kir ku operasyona li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî statûya kurdan e û got: “Operasyonên Tirkiyeyê tu tiştekê nade destê PDK’ê.”    Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî qadên Herêma Federe ya Kurdistanê ku pêk tên nirxandin.    KAÇMAZ: ENCAMA TÊ XWESTIN DÊ BIDEST NEXIN    Parlamenter Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku bi îtîfaqa AKP û MHP’ê re polîtîkayên şer kûr bûn. Kaçmaz da zanîn ku destekftiyên statûya gelê kurd ên li Rojava û Başûr Tirkiyeyê aciz dike û got: “Sedsala Lozanê ye. Em dibînin beşek din a Kurdistanê dagir dikin. Kurd û alîgirên demokrasiyê li dijî vê yekê li her qadê têdikoşin. We div ê operasyonê de jî tiştek bi dest nexin. Hesabê rêxistina kûr ên AKP’ê û Tirkiyeyê her roja ku diçe baş tê xuyakirin.”    ‘BINGEHA HEMÛ MESELEYAN PIRSGIRÊA KURD E’    Kaçmaz anî ziman ku di bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin şer derdikeve û şer aboriya Tirkiyeyê jî aniye ber topavêtinê.    OZGUNEŞ: TIRKIYE KURDÊ AZAD TALÛKE DIBÎNE    Parlamenter Hasan Ozguneş jî destnîşan kir k udi 40 salên dawî de kurd têkoşîna nasname û statûya xwe didin û wiha got: “Polîtîkaya sed salî ya dewletê gelê kurd nas nake, dixwaze kurdan tune bike. Tirkiye li her deverê dinyayê li dijî kurdan polîtîkaya dijminiyê li pêş dixe. Çimkî kesayeta azad a kurdan li dijî xwe wek talûke dibîne. Operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê ne ya ewil e. Operasyonek li dijî statûya gelê kurd e. Serkeftina vê operasyonê ne li gorî realîteya Rojhilata Navîn e. Wê zirarê bide herêmê lê wê negihîje serkeftinê.”    ‘ARMANCA AZADIYA GELÊ KURD A HIKUMETA BAŞÛR NÎNE’    Ozguneş da zanîn ku temamê dinyayê polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî gelê kurd baş tê zanîn û got: “Lê hikumeta Başûrê Kurdistanê destek dide operasyonê û ev yek di nava gelê kurd xeydandinê çêdike. Tu armancek hikumeta Başûr ya ji bo azadiya gelê kurd nîne. Qender li Başûr jî yekîtiyê pêk neanîn. Polîtîkayên malbatî siyasetê birêve dibin. Li dijî kurdê azad polîtîkaya dijminiyê li pêş dixin.”   ‘HEKE KURD LI BAKUR WINDA BIKIN DÊ LI BAŞÛR JÎ WINDA BIKIN’    Ozguneş polîtîkaya rêveberiya Herêma Kurdistanê ya pêkneanîna yekîtiya neteweyî ya kurd rexne kir û wiha domand: “Ditirsin ku heke yekîtiya gelê kurd a netewî çê bibe desthilatdariya xwe winda bikin. Ji ber vê yekê pêkanîna yekîtiya neteweyî wek mirinê dibînin. Ji bo vê yekê bi dijminên gelê kurd re tevdigerin. Li Rojava, Rojhilat û Bakur kurd winda bikin, li Başûr jî kurd nikarin xwe biparêz in. Biryara referendûma Başûr mînaka vê yekê ya herî şênber e.”    ‘TIŞTEK NADE PDK’Ê   Ozguneş daxuyaniya “Birakujî” ya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî bibîr xist û got: “Pêwîste Rêveberiya Başûrê Kurdistanê dest ji vê desteka operasyonê berde. Operasyonên Tirkiyeyê tiştekî nade destê PDK’ê.”