Operasyona li Lîcê bi dawî bû: 5 binçav kirin 2019-07-22 10:56:20 AMED - Li Lîcê, operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî bi dawî bû û 5 welatî hatin binaçavkirin.  Duh, li çoltera mezrayên Karagoz, Goma Salo û Dablo yên girêdayî gundê Karahasan ê bi ser navçeya Licê ya Amedê serê sibê bi piştgiriya helîkoptêran dest pê kiribû. Helîkopterên Skorsky leşker danîbûn herêmê û operasyona dest pê kiribû heya saetên şevê dewam kir. Hat diyar kirin ku di  çarçoveyê operasyonê de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.    5 KİŞİ GÖZALTINA ALINDI   Navên 5 kesên bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatin binçavkirin wihane: “Ahmet Erdak, Halîl Erdak, Mehmet Ekîncî, Suleyman Evran û Hakan Akdogan.” Leşkeran 5 kesên binçav kirin birin Qereqola Cendirmeyan a Lîcê. Hat ragihandin ku traktora Ahmet Erdak jî birine qereqolê.    Li aliyê din, Ferît Aytek ê bi îdîaya îfadeya wî heye, roja Înê bangî Qereqola Cendirmeyan a Lîcê kirin, hîna dibin çavan de ye.