Onlu: Divê em bingeha hevpar bikin qada civakî 2019-07-22 10:43:25   AMED - Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku HDP di 7 salên dawî de tevî hemû êrîşan, bingeha têkoşînê xurt kiriye û wiha got: "Divê em êdî vê bingeha hevpar bikin qadek civakî û xurt bikin."  Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP), bi armanca modela serdema nû ya rêxistinê derxin holê li 7 herêmên Tirkiye konferanslarên herêmê li dar xistin. Di her konferansê de pirsgirêk û kêjeyên herêmê yên xweser hatin niqaşkirin. Niqaşên berfireh hatin kirin. Têkildarî xebatên rêxistinbûna nû nirxandin û pêşniyar hatin kirin. Ji bo modela nû ya rêxistinê pêşniyarên nû hatin girtin. Di konferansan de rewşa giştî ya rêxistinî ya partiyê û modela nû ya rêxisttinî pratîkên heyî û nû hatin niqaşkirin.    Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku HDP di 7 salên dawî de tevî hemû êrîşan, bingeha têkoşînê xurt kiriye û wiha got: "Divê em êdî vê bingeha hevpar bikin qadek civakî û xurt bikin." Onlu, anî ziman ku di çarçoveya xebatên rêxistinbûnê de li 7 herêman konferanslar li dar xistin û wê di 3'ê tebaxê de konferansa navendî li dar bixin.    Onlu, ani ziman ku HDP piştî di nava xwe de û bi îtîfaqên xwe re niqaş kirin û di çarçoveya rêxistinbûnê de dest bi civînan kirin û wiha got: “Li Kurdistan û Rojhilata Navîn geşedanên pêş dikevin, rewşa civakî, aborî û hatin guhertin. Şekl û şemalê her tiştî hat guhertin û di vê pêvajoya ku her tişt hat guhertin pêdivî bi rêxistinbûnek nû û rêbazek nû heye. Kurdistan û Rojhilata Navîn ji nûve tê sererastkirin. Tê xwestin ku a Tirkiye bi hişmendiya yek perest bê rêvebirin. Tirkiye 90 salin bi hişmendiya yekperestiyê tê rêvebirin. Bi îktidara nû hat xwestin vê yekê bêtir kûrtir bikin. Li ser vê yekê pêdivî bi rêxistinbûnek nû hat dîtin. Rejîm li dijî civakîbûnê dixwaze hişmendiyek cuda çêke. Dixwaze civakîbûnê tasfiye bike. An tecîr dike an jî perçe dike."     Onlu, da zanîn ku HDP dixwaze bi paradigmaya xwe ji nûve xwe bi rêxistin bike û xurt bike. Onlu, bilêv kir ku HDP wê xwe ji nûve li gorî pêdiviyên civakî, siyasî û aborî ava bike û bi rêxistin bike û wiha got: "HDP'ê di 7 salan de xwe bi rêxistin kir û xurt kir û wê li ser vê bingehê li hevhatina civakî pêş bixe.    ‘HDP XWE WEKÎ XETA SÊYEMÎN PENASE DIKE'   Onlu, herî dawî da zanîn ku HDP xwe wekî xeta sêyemîn pênase dike û li ser vê fikr û felsefeyê xwe nû dike. Hemû beşên statukoparêz û klasik 2 beş in. Em tenê li ser siyaseta AKP'ê siyasatê ava nakin. Divê milê faşîzm û yekperestiyê bê hilweşîn. Divê milê têkoşîna demokratîk bê rêxistinkirin û xurtkirin. Ji ber vê yekê em pêdivî bi makeqanuna demokratîk dibînin û em dixwazin hemû beşên civakê yên demokratik tev li vê pêvajoyê bikin.  HDP bi Rêya sêyemîn dixwaze siyaseta demokratik ku hemû beşên gelan ên Tirkiye temsîl bike pêş bixe.    MA / Ozgur Paksoy