Ji seraya xwe rojê tonek xiyar berhev dikin 2019-07-22 09:18:29 ÇEWLIG – Abdurrahîm Saridag ê cotkariyê dike di seraya xwe de têra Çewligê tev xiyaran çandiye û rojê tonek xiyaran hildiberîne.  Abdurrahîm Saridag li Çewligê sewalkariyê dike. Ji bo serdanekê diçe Xarpêtê û li wir karê seravaniyê dibîne. Piştî ew li Xarpêtê karê seravaniyê dibîne ew jî dest pê dike. Çar sal berê dest bi karê çandiniya zebzeyan dike. Niha bi birayên xwe re vî karî dike û 5 donim xiyarên serayê çandine. Bi vê serayê xiyarên têra hemû Çewligê dike xiyaran hildiberînin.    XÊR Û BER BAŞ E   Saridag behsa karê xwe yê serevaniyê kir û wiha got: “Hevalên min li Xarpêtê karê serevaniyê dikirin û bala min jî kişand û min dest pê kir. Ez jî çûm miduriyeta çandiniyê min serlêdan kir û dest bi çandiniyê kir. Karek domdirêj û xwedî xêr û bera zêde ye. Çandiniya wê zû dest pê dike û dereng xilas dibe. Ji ber wê min xwest karê serevaniyê bikim.”    MEHEK EWIL JI NAV SERAYÊ DERNAYÊN    Saridag da zanîn ew di demsala biharê de dest bi çandiniyê dikin û mehek ewil ew ji serayê dernakevin û lê dinêrin. Saridag got ew meha ewil hilberînên xwe ji nexweşînan diparêzin û meha ewil dermanên zîraî li li hilberînên xwe nakin.    ROJÊ TONEK XIYAR    Saridag diyar kir ku ew rojê tonek xiyar ji 5 doniman ku wî birayê xwe bi hev re çandiye berhev dikin û xêr û bera îsal wek salên bihûrî nebaşe. Saridag da zanîn ji berî sal hewa sar derbas bûye xêr û bera seraya wan kêm bûye û hem li Amedê û hem jî li Xarpêtê jî xêr û bera îsal kêm e.    ‘DESTEK KÊM E’    Saridag anî ziman ku desteka miduriyeta çandiniyê ji bo wan kêm e û ew dixwazin miduriyeta çandiniyê di mijara destekê de bi hestiyar be. Saridag behsa zoriyên karê serevaniyê dike û berbanga sibehê dest bi kar dikin heta êvarê dixebitin.