Mavîoglu: Heke însan ji ceza bitirsin em ê di tariyê de bên veşartin 2019-07-22 09:17:43 STENBOL – Derhêner Ertugrul Mavîoglu yê ji ber belgefîlma “Bakur” 4 sal û 6 meh ceza lê hat birîn got: “Heke mirov ji ceza bitirse bêdeng bimînin em ê di tariyê de bên veşartin. Heke wisa bibe dê welat veguhere dojehê. Pêwîste em rê nedin welatê me veguhere dojehê.”    Dadgeha Êlihê bi îdiaya belgefîlma “Bakur” “Propaganda rêxistinê kirine” li derhêner Ertugrul Mavîoglu û Çayan Demîrel ceza birî. Dadgehê li her derhenerek 4 sal û 6 meh ceza birî. Dadgehê her wiha derketina derve ya Mavîoglu û Demîrel qedexe kir. Mavîoglu cezayê li wan hat birîn nirxand.    ‘BIRYAREK VALA YE’    Mavîoglu bi bîr xist ku wan belgefîlma "Bakur" di serdema pêvajoya çareseriyê de kişandine û ji roja belgefîlm hat nîşandan heta îro gelek tengezariya dîtine û piştî belgefîlm di 2015’an de hat pêşandan du sal şûn ve doz li wan hatiye vekirin û Dadgeha Êlihê di 18’ê tîrmehê de ceza li wan barandiye.    Mavîoglu anî ziman ku ew hêj hêceta cezakirinê nizanin û got: “Hikmê cezayek wiha li ser çi ye em nizanin. Çimkî hêj teblîgatek ji me re nehatiye. Em li bendê bûn doz bê taloqkirin. Lê dadgehê bêyî biryarek taliyê bide ceza da me. Cezkirina me sosret e. Ceza ji salonek vala re hatiye xwendin û biryara wan di hikmê tune de ye. Em ê li bendê bisekinin ku ka dê ceza çawa ji me re bê teblîxkirin. Em nizanin di biryara derbasdar de çi derbas dibe. Tenê kurteyek wê ket destê me. Pêvajoya darizandina Bakur wiha ye.”    ‘BERPIRSIYARIYA HEQÎQETA HUNERÊ HEYE’    Mavîoglu destnîşan kir ku belgefîlma wan heqîqetê nîşanî civakê daye û dozek wiha li welatek azad û demokratîk divê qet nehata vekirin. Mavîoglu diyar kir ku berpirsiyariya wan e ku heqîqeta hunerê ragihînin û got: “Ji ber ku xebata me heqîqetê da nîşandan, îktîdar jê aciz bû. Îktîdarê bi destê darazê xwest xebata me bieciqîne.”    ‘EM Ê DEST JI HEQÎQETÊ BERNEDIN’   Mavîoglu da zanîn ku cezakirina “Bakur” niha li tevahiya Tirkiyeyê tê sepandin û ew nizanin dê pêvajoya vê cezakirinê ya ji niha şûn ve çawa li pêş bikeve. Mavîoglu diyar kir ku zextên li ser civakê li her qadê hene û wiha dewam kir: “Qada sînemayê mabû ceza nedanê lê li wê jî ceza birîn. Dixwazin bi cezakirina Bakur qada sînemayê tehdît bikin. Însanên li pey heqîqetê dê dest ji xebatên xwe wiha bernedin. Wê nehêlin ku ronakbîriya welat û rastiya welat di tariyê de bimîne. Dixwazin du însan îbretê bibînin. Dixwazin civak bêtir bêdeng bibe. Heke civak hin bêtir bêdeng bibe, em ê bêtir di tariyê de bên veşartin. Heke em hin bêtir di tariyê de bên veşartin wê ev welat veguhere dojehê. Pêwîste em destûrê nedin welatê me yê mîna bihûştê veguhere dojehê. Em ê dest ji daxwaz û doza heqîqetê jî bernedin û li pey heqîqetê bimeşin.”