Bi 20 qirûşî difiroşin lê li ser dezgehan 10 qatê wê tê firotin 2019-07-22 09:15:27 ÎZMÎR - Li Menderesa Îzmîrê cotkarên xiyaran difiroşin dan zanîn ku ew bi bihayên erzan difiroşin û li ser dezgehan bi deh qatê bihayê ew difiroşin re rû bi rû dimînin. Cotkaran got ew kîloya xiyaran bi 20 qirûşî difiroşin û çareseriyê di koperatîfiyê de dibînin.  Li navçeya Menderes a Îzmîrê cotkar di serayan çandiniya xiyaran dikin. Cotkarên li taxa Degîrmendere ya Menderesê ji ber hilberînên xwe ango xiyaran bi erzanî difiroşin bi gazincin. Bihayê xiyaran navbeynkar ango kesên bi komî zebzeyan difiroşin diyar dikin. Cotkar kîloya xiyaran bi 20 qirûşî difiroşin û cotkaran got ew xiyarên difiroşin li ser dezgehên marketan bi 10 qatê bihayê difiroşin re hevrû dimînin. Cotkaran diyar kir ku ji ber lêçûyîna serayan kar û zirara wan hev dernaxe. Cotkarên li hember bihayê firotinê bi gazincin çareseriyê di koperatîfiyê de dibînin û polîtîkaya hikumetê ya çandiniyê jî rexne dikin.    ‘EM Ê NIKARIBIN HILBERÎNÊ BIKIN'    Biçar Çelî ê 20 sal in çandiniya xiyar û îsotan dike da zanîn ku ew kîloya xiyaran bi 20 qirûşî difiroşe. Çelî anî ziman her sal karê wan bêqîmet û zor dibe û got: "Êdî em nikarin hilberînê bikin. Em li nava erd kîloya xiyaran bi 20 qirûşî difiroşin. Kara me nabe. Her tim em zirar dikin. Serê her kîloyê em zirar dikin. Em çandiniyê jî nekin em ê ji birçiya bimirin. Wek din qezenc û karek din bikin nîne. Wisa xuya dike êdî em ê bi vê îktîdarê re nikaribin bixebitin."    ‘PÊWÎSTE HIKUMET POLÎTÎKAYA ÇANDINIYÊ LI BER ÇAVAN DERBAS BIKE'    Çelî da zanîn ku ew bi şev û roj dixebitin û wiha got: "Karkerên me tune ne. Heke em karkeran jî bikin em ê li serê mala xwe jî bifiroşin. Çareserî di koperatîfiyê de ye. Wek din em nikarin kar bikin. Divê hikumet polîtîkaya çandiniyê li ber çavan derbas bike. Maliyeta serayan li ser me dibe mesrefek giran. Wisa dewam bike em ê nikaribin salek din çandiniyê bikin."    ‘HETA KRÎZ HEBE WÊ RÛYÊ ME NEKENE'    Kadriye Çelî ya 70 salî jî da zanîn ku ew 20 sal in cotkariyê dikin û got: "Em ji bankayan re deyndar in. Em heta êvarê ji deynên bankayan re dixebitin. Xiyar di serayê de hemû kurmî dibin. Wisa dewam bike em ê nikaribin kîloya xiyaran bi 20 qirûşî jî bifiroşin. Heta krîza aborî hebe wê rûyê cotkar nekene. Em nikarin karkeran jî bigirin. Dewlet cotkaran nabîne. Polîtîkaya dewletê ya çandiniyê bi serê xwe pirsgirêkek mezin e. Dewlet dengê me û tengezariya me nabihîze."    ‘JI BO ÇARESEIRYÊ BILA GAV BÊN AVÊTIN'    Cebraîl Kalin ê 46 salî jî da zanîn ku 25 sal in ew cotkariyê dike û îsal 30 donim sebze çandiye. Kalin got 9 karkerên wî hene û yewmiya karkeran 70 lîre dide û carna nikare yewmiya emeleyan jî bide. Kalin da zanîn ku ew zirar dike û got: "Em bi 20 qirûşî xiyaran difiroşin. Me îsto çand lê xêr jî nedît. Nexwşînê li îsotan da û min tê de zirar kir. Pêwîste hikumet gavek berê gavekê çareseriyê ji krîza aborî re bibîne. Çareserî erzankirina mesrefên li erazî diçe ye. Keda cotkaran tê xwarin. Lazime hikumet ji serî heta binî polîtîkaya xwe ya çandiniyê biguherîne."    MA / Rûken Demîr