Gulum: Peymana Stenbolê zîhniyeta zilam a serdest xera dike 2019-07-22 09:13:30 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla "jina makbûl" biafirînin û got: "Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye."  Peymana Stenbolê yek ji peymana navnetewî ya li dijî şideta jinê ye. Peyman di 11'ê gulana 2011'an de li Stenbolê hatiye îmzekirin. Peyman di 1'ê tebaxa 2014'an de ketiye meriyetê. Di Peymana Stenbolê de li dijî her cûre tundiya li ser jinê pêşî lê tê girtin. Di metna peymanê de gelek xal ji bo jinan hatine amadekirin. Peyman demek dirêj e di rojeva rêxistinên jinan de ye. Di demên dawî de kesên nêzî îktîdarê peymanê bi îdiaya "saziya malbatê xera dike" kirine hedefa xwe. Rojnameyên nêzî AKP'ê Yenî Akît û Yenî Şafak ev demeke dibêjin "hêlînê xera dike, bila rakin" peymanê kiriye hedef. Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan jî got "Derdora muhafazakar aciz e. Ez derbarê peymanê de rexneyan dibîhîzim."    ‘NE SAZÎBÛNA MALBATÊ, SERDESTIYA ZILAM XERA DIKE'    Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum a endama Komîsyona Wekheviya Fersenda Jinan Zilaman a Meclîsê ye da zanîn ku Peymana Stenbolê wek hedef didin nîşandan û peyman "sazîbûna malbatê xera nake", "serdestiya zilam a li dijî jinan xera dike". Gulum anî ziman ku peyman ji bo jinan destkeftiyek mezin e û got: "Tenê ne şideta fizîkî, şideta derûnî û hemû şidetan di hundirê xwe de dihewîne. Peymanek li dijî her cûre êrîş û şideta li ser jinan e. Peymanek bêqisûr e. Hemû rê û rêbazan nîşanî hikumet û dewletê dide. Çavkaniya şideta li dijî jinan zîhniyeta serdest a zilaman e. Heta serdestiya zilaman a li dijî jinan neyê guhertin dê şideta li dijî jinan berdewam bike. Kesên xwe nêzî îktîdarê dibînin li dijî peymanê derdikevin. Bi taybetî ev demek dirêje medya îktîdarê li dijî peymanê derdikeve û kiriye hedefa xwe. Li dijî peymanê pêla êrîşan dest pê kir. Dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla 'jina makbûl' biafirînin. Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye."    ‘MECLÎS XEBATA ME ASTENG DIKE'   Gulum destnîşan kir ku di mijara pêşîgirtin, lêkolîn û tedbîr girtina şideta li dijî jinan, tacîz, tecawizê Meclîs tiştek nake û pêşniyazpirsên di vê mijarê de didin Meclîsê jî tên redkirin. Gulum diyar kir ku di vî warî de li Meclîsê xebata zemînek bi bandor nîne û zemînek wan a hevpar heye lê desthilatdarî li pêşiya vê xebatê dibe asteng.    MA / Dîren Yurtsever