Li Girtîgeha Kurkçulerê girtî li dijî zextan di çalakiyê de ne 2019-07-22 09:12:42 EDENE – Rêveberên HDP’ê yên ji Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin berdan diyar kirin ku li girtîgehê îşkenceya sîstematîk pêk tê, girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtî li dijî binpêkirina mafan di çalakiyê de ne.  Girtiyên li girtîgehan radigihînin ku mafên wan tên binpêkirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa F a Kurçulera Edeneyê ye. Rêveberên HDP’ê yên 4 meh li wir girtî man û di 10’ê tîrmehê de hatin berdan binpêkirina mafan û îşkenceya li girtiyan tê kirin vegotin.    Serokê Rêxistina HDP’ê ya Seyhanê yê berê Yaşar Demîr bi bîr xist ku di 20’ê adara 2019’an de li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu hatine girtin bi beyanên şahid û şahidên nepen hatine girtin û got: “Gardiyanan pêkanînên bêrûmet yên bêrûmet li ser girtiyan ferz dikin. Dema em çûn girtîgehê lêgerîna tazî li ser me ferz kirin û bi darê zorê me di lêgerîna tazî de derbas kirin.”    GIRTÎ ROJÊ 6 SAETAN ÇALAKÎ LI DAR DIXIN    Demîr diyar kir ku gardiyan kesên tên girtin arasteyî “qawîşên serbixwe” dikin û wiha got: “Yên vê yekê qebûl nakin jî zextên derûnî li ser wan tên kirin. Di serdema çalakiya greva birçîbûnê de girtî her tim di bin zextan û êrîşan de bûn. Piştî girtiyan dawî li çalakiya xwe anî cezayê 10 rojan ê hucreyê dan girtiyan. Dermankirina hewcedarî pêk neanîn. Li girtîgehê tecrîdek micid heye. Îşkence û zextên sîstematîk li ser girtiyan pêk tê. Girtiyên siyasî li dijî vê helwesta îdareyê rojê 6 caran çalakî li dar dixin. Rojê 6 saetan dirûş berz dikin, li deriyan didin û çalakiya deng derxitinê pêk tînin.”    GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN    Demîr da zanîn ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan û ser cihê bêhnvedana wan jî bi têlên rêsayî girtine. Demîr bi bîr xist ku li gel rewşa hin girtiyan girane jî lê girtî nayên dermankirin.    BIJÎŞK JI 15 ROJAN CAREK DIÇE HEPSÊ    Rêveberê HDP’a Edeneyê yê berê Mustafa Yildiz jî destnîşan kir ku dema wan birine girtîgehê gardiyan û eskeran êrîş li dijî wan pêk anîne û got: “Zext û êrîşên rêveberiya girtîgehê yên sîstematîk dewamdikin.” Yildiz da zanîn ku gardiyan girtiyan arasteyî “qawîşên serbixwe” dikin û ew bi xwe jî bi vê pêkanînê re rû bi rû maye. Yildiz got gardiyanan jê re gotiye divê “daxwaznameya ez PKK’yî me” bide û wî jî daxwazname daye. Yildiz anî ziman ku ji 15 rojan carek bijîşk diçe girtîgehê û girtiyên nexweş nayên dermankirin.    MA / Hamdullah Kesen