Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin 2017-11-23 11:22:18   SÊRT - Walîtiyê Sêrtê li 6 gundên girêdayî navendê û 2 gundên navçeya Xana Hawêl "Qedexeya derketina kolanan" îlan kir.    Walîtiya Sêrtê li gundên Saritepe, Tuzkuyusu, Kayacik, Karakuyu, Çevre û Ekînlî yên girêdayî navenda Sêrtê û li gundên Engîn û Çevrîmtepe yên girêdayî navçeya Xana Hawêl di bin navê operasyona leşkerî de "Qedexeya derketina kolanan" îlan kir. Walîtiyê ragihand ku qedexeyê ji saet 05.00'an ê 23'ê mijdarê heta fermana duyemîn dê bidome.