ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-22 09:00:11 * Rêveberên HDP’ê yên ji Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin berdan diyar kirin ku li girtîgehê îşkenceya sîstematîk pêk tê, girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtî li dijî binpêkirina mafan di çalakiyê de ne.  * Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla "jina makbûl" biafirînin û got: "Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye."    * Li Menderesa Îzmîrê cotkarên xiyaran difiroşin dan zanîn ku ew bi bihayên erzan difiroşin û li ser dezgehan bi deh qatê bihayê ew difiroşin re rû bi rû dimînin. Cotkaran got ew kîloya xiyaran bi 20 qirûşî difiroşin û çareseriyê di koperatîfiyê de dibînin.    * Endamê Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berat Kiran diyar kir ku ew bi kampanya “Nebe muptela, Azad Bibe” dixwazin rêyek rizgariyê bidin ber ciwan û civakê û got: “Armanca me ew e em di serdema pêşiya me de bi hemû rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin.”   * Derhêner Ertugrul Mavîoglu yê ji ber belgefîlma “Bakur” 4 sal û 6 meh ceza lê hat birîn got: “Heke mirov ji ceza bitirse bêdeng bimînin em ê di tariyê de bên veşartin. Heke wisa bibe dê welat veguhere dojehê. Pêwîste em rê nedin welatê me veguhere dojehê.”    * Abdurrahîm Saridag ê cotkariyê dike di seraya xwe de têra Çewligê tev xiyaran çandiye û rojê tonek xiyaran hildiberîne.    * Li Cizîrê avahiya dîrokî ya şaredariyê di dema qeyûm de ji bo komeleya Baskên Jinan a AKP'ê ya Hatîce Atan serokatiya wê dike hatibû terxankirin, ligel ku 4 meh bi ser re derbas bûn jî, vale nake.     * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi şîara "Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk" dê li Qada Îstasyonê mîtînga herêmê li dar bixe. (17.00)     * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlêbûna Hevşaredar Selçuk Mizrakli û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî wê otobusên rêwiyan Rêbus) bide naskirin. (11.30)