Bi belgeyên sexte 2 Hezar û 939 sewalên nexweş anîn Tirkiye 2019-07-22 08:22:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca di cejna qurbanê de bifiroşin 2 hezar û 939 sewal ji herên qedexe yên Îspanyayê bi belgeyên sexte anîn Tirkiyeyê.    Hikûmeta AKP-MHP'ê bi polîtîkayên "Goştê Erzan" bi  deh hezaran dewar û pez ji welatên derve îthal dike û tîne Tirkiyeyê. Heta niha gelek sewalên ku ji welatên ewropa û Emerîka anîn Tirkiye nexweş derketin. Di gelek sewalan de nexweşiya şarbon û gelek nexweşiyên tenduristiya mirovan têxin bin talûkeyê derketin holê. Niha jî derket holê ku beriya Cejna Qurbanê bi armanca di cejnê de bifiroşin 2 heza û 939 dewar û pezê dermale bi belgeyên sexte ji Îspanya anîn Tirkiyeyê. Li gel ku Tirkiye di aliyê sewalkariyê de xwedî çavkaniyên dewlemend e jî hikûmeta Tirkiye her sal bi sedhezaran sewal bi kamyon û keştiyan îthal dike û tîne Tirkiyeyê. Niha jî li herêma ku ketin û derketina sewalan qedexe ya Îspanyayê sewal anîn Tirkiyeyê. Parlamenterê CHP'ê yê Manîsayê Vehbi Bakirlioglu, mija anî rojeva meclîsa Tirkiye û xwest têkildarî vê yekê lêkolîn bê kirin.