Ciwanên HDP’yî li Îzmîrê şahî li dar xistin 2019-07-21 21:37:27   ÎZMÎR – Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê di çarçoveya “Nebe Muptela, Azad bibe” şahiyek li dar xist.   Meclîsa Ciwanan a Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê li navçeya Parka Aştî û Demokrasiyê ya li navçeya Menemena Îzmîrê di çarçoveya kampanya “Nebe Muptela, Azad Bibe” şahiyek li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, rêveberên HDP’ê û gelek ciwan beşdarî şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi pankart û alên HDP’ê hat xemilandin. Stranên kurdî hatin gotin û bênavber dirûşm hatin berz kirin. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hunermend Azad Bedran derket ser dikê û stran got.    Pişt re endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Furkan Karataş daxuyaniyek da û got her roja ku diçe zext li ser ciwanan zêde dibin. Karataş got ew ê rê nedin dejenerebûn û tiştên xerab ên li dijî ciwanan pêk tên û ew ê heta dawiyê li dijî qirkirinê bisekinin û çanda xwe biparêz in.    Parlamenter Kemal Pekoz jî axaftinek kurt kir. Şahî li ber gerandina govendê bi dawî bû.