TSK amadekariyên ‘operasyona taybet’ dike 2019-07-21 18:34:28 NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku TSK di nava “operasyonek taybet” a li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de ye. Tê gotin amadekariyê vê operasyonê êrîşek hemwext a li dijî Rojava ye. Hat zanîn ku biryara zextên li dijî Şengal û Rojava bên zêdekirin hatiye girtin. Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di nava “operasyonek taybet” a li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de ye.  Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, TSK’ê li ser sînorê Bajaroka Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê sewqiyata eskerî pêk tîne û cerdevan jî di nava vê sewqiyatê de ne. Hat zanîn ku amadekariyên “operasyonek taybet” a li dijî herêma Barzan ya bi ser navçeya Sorana Hewlêrê de tên kirin. Tê gotin ku armanca operasyonê ew e ku eskeran li herêma Goşînê ya dikeve navbera Xakûrkê û Xinêrê bicih bikin û hat zanîn kut ê xwestin “derbeyek giran li PKK’ê bixin.”    OPERASYONEK HEMWEXT    Hat diyarkirin ku bi vê operasyonê dixwazin bi awayek hemwext êrîş li dijî Rojava jî pêk bînin. Ev demeke li ser sînorê Rojava li navçeyên Rihayê sewqiyata eskerî tê kirin.    ZEXTÊN LI DIJÎ MEXMÛR Û ŞENGALÊ   Li gel van geşedanan tê payîn êrîşa li Hewlêrê bikin hêncet û li dijî Mexmûr û Şengalê jî zext bên zêdekirin. Hat ragihandin ku rayedarên Tirkiyeyê bi rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê re ehvdîtin pêk anîne û biryara “zêdekirina zextan” a li ser Mexmûrê û Şengalê pêk bînin.