Oluç: Li pey komkujiyan hêzên îktîdarê hene û ji bo vê yekê hesab nayê pirsîn 2019-07-21 18:13:53 STENBOL – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç da zanîn ku hêzên îktîdarê li pişt komkujiyên heta îro hatine kirin û hesabê wan nehatiye pirsîn hene. Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê mudaxeleya polîsan a li dijî bîranîna qurbaniyên Pirsûsê ya duh pêk hat li ser Kolana Halîtaga ya navçeya Kadikoyê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Komek HDP’î û ESP’î beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartên têkildarî komkujiyê hatin vekirin. Hevseroka HDP’a Stenbolê ewilî axivî û got wan 33 qurbaniyên ber bi Kobanê ve dê rêwîtiyê bikirina ji bîr nekirine û heta qatilan derbixin holê dê têkoşîna xwe dewam bikin. ‘BIRÎN HÊJ XWÎN DIBE’ Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç jî axivî û got ew mudaxeleyên polîsan ên li dijî bîranîna Pirsûsê şermezar dikin. Oluç da zanîn ku ew ê komkujiya Pirsûsê tu carî ji bîr nekin û got: “Ne malbatan ne jî me qet vê komkujiyê ji bîr nekir. Birîna komkujiyê hêj nû ye û xwîn dibe. Hêj hesabê vê komkujiyê ji berpirsiyaran nehat pirsîn. Ji bo vê yekê hêj ev birîn vekirî ye û xwîn dibe. Êrîşek giran li dijî welatî û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê pêk hat. Ev yek nayê qebûlkirin. Em êrîşa polîsan şermezar dikin. Hêzên îktîdarê li pişt komkujiyên heta îro hatine kirin û hesabê wan nehatiye pirsîn hene.” Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû. RÊXISTINÊN CIWANAN JÎ BERTEK NÎŞAN DAN Rêxistinên Ciwanan jî bi civînek çapemeniyê ya li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê li dar xistin bertek nîşanî mudaxeleya polîsan a li dijî bîranîna Pirsûsê dan. Gelek ciwan û Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Mevlut Aykoç beşdarî civînê bûn. Şahida komkujiya Pirsûsê Çagla Seven li ser navê rêxistinên ciwanan axivî û got: “Me duh dîsa dît ku em li welatek çawa dijîn. Zîhniyeta DAIŞ’ê didome. Em ji bo bîranîna 33 qurbaniyên xwe li kolanane. Em ê ala têkoşîna wan ji me re hiştiye hildin û li her qadê bilind bikin.”