Gelo Mucahît Yilmaz înfaz kirin? 2019-07-21 13:53:33   AMED - Li Navçeya Rezan a Amedê polîsan bi ser malekê de girt û piştî serdegirtinê de Mucahît Yilmaz hat kuştin. Piştî bûyerê Wezîrê Karên Hundir daxuyanî da û got "Pevçûn derketiye". Lê dijberî daxuyaniya Wezîr, li mala ku Yilmaz lê bû deriyê malê nehatiye şikandin û nejî li ser Yilmaz çek hat dîtin. Vê yekê pirsa "Gelo Mucahît Yilmaz hat înfazkirin? anî aqilan.   Li Kolana Karacadag a Navçeya Rezan a Amedê polîsan bi ser malekê de girt û di serdegirtinê de Mucahît Yilmaz hat kuştin û polîsek jî birîndar bû. Polîsê tevgera taybet ê birîndar bû bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Ji xwediye malê 2 kes jî hatin binçavkirin. Piştî bûyerê wezîrê karên hundir bi lez daxuyanî da û got "Pevçûn derketiye". Lê piştî bûyerê daneyên derketin holê fikara "Gelo Yilmaz hat înfazkirin" ava dike. Polîsên tîmên tevgera taybet ên Midûriyeta Polîsan a Amedê serê sibê li Kolana Karacadagê ya Rezan a Amedê bi ser mala Ahmet û Birsen Yoldaş a li qadê 3'yan de girtin û piştî serdegirtinê Mucahît Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Wezîr got "Pevtçûn derketiye" lê hat dîtin ku ne deriyê malê hatiye şikandin, ne jî li ser Yilmaz çek heye. Şahidê bûyerê diyar kirin ku Yillaz hatiye înfazkirin. Şahidan diyar kirin ku ji malê gule nehatiye teqandin.      Şahidên bûyerê anîn ziman ku li ser Yilmaz çek tune bû û ji guhdir gule bernedaye derve. Vê yekê pirsa "Gelo Mucahit Yilmaz hat înfazkirin anî aqilan. Piştî serdegirtinê xwediyê malê Ahmet û Birsen Yoldaş hatin binçavkirin.