Êlih ji bo mîtînga Amedê amade ye 2019-07-21 13:06:54   ÊLIH - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê Îkram Îrgî, têkildarî mîtînga ku sibê li Amedê bê li dar xistin diyar kir ku wê bi 2 hezar kes tev li mîtîngê bibin û wiha got: "Amadekariya me ya ji bo mîtînga Amedê bi dawî bûye."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, amadekariya ji bo tevlêbûna mîtînga Amedê bi dawî kirin. Dêşistina HDP'ê ya Amedê wê sibê saet di 17.00'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga "Ji bo aştiyek bi rûmet, çareseriya demokratîk" li dar bixe. Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî, diyar kir ku di pêvajoya ku şer geş dikin de, mîtînga ji bo daxwazên aştiyê bînin ziman gelek bi wate û giring e û xwest her kes tev li mîtîngê bibin.  Îrgî, anî ziman ku ji bo mîtîgê wê bi gelek maşîneyan biçin Amedê û tev li mîtingê bibin û wiha got: "Em ê ji Êlihê bi tevlêbûnek pir mezin tev li mîtina Amedê bibin. Me amadekariyên xwe bi dawî kirin. Em ê bi qasî 2 hezar kes tev li mîtîngê bibin. Em ê ji bo aştiyek civakî daxwazên xwe bînin ziman. HDP ji bo li welat aştî pêş bikeve xebatê dike û bûye partiya remza aştiyê."