Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir? 2017-11-23 10:19:03 NAVENDA NÛÇEYAN –  TSK demeke dirêj e li ser sînorê Herêma Efrînê bi cih bûye û hewl dide têkeve axa Efrînê. TSK bi xwesteka derbasbûna Efrînê  her roj Herêma Efrînê dike hedef. Topbaran dike, mirovan qetil dike. Xwezaya wê talan dike. Bi balafirên bê mirov li ser Efrînê digere. Yekîneyên Parastina Gel (YPG), diyar kir ku TSK bi êrîşên xwe dixwaze em bersîvê bidin wan û êrîşên xwe rewa bike û êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêde kiriye. Di du mehan de TSK, êrîşî 22 gund, gir û eniyên Herêma Efrînê kir, 44 topên hawanê avêtin, di êrîş û bersivdayîna Şervanên YPG ê, 4 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn. TSK'ê di vê pêvajoyê de 310 darên zeytûnan ên Herêma Efrînê birîn. Ji destpêka şoerşa Bakurê Sûriyê ve tê ragihandin ku heremên Kurd lê dijîn rastî êrîşên TSK'ê tên. Hate dîtin ku TSK'ê wekî ku eşkere jî dibêje avakirina statoyeke Kurdî li Bakurê Sûriyê û planê wê vala derxistin bi riya Hêzên Kurdî zora wê diçe û vê yekê qebûl nake.   Piştî TSK li ser sînorê Efrînê bi cih bû rojane topan li ser axa Efrînê diparîne. Sewqiyeta leşkerî, rakirina daran û qetil kirina sivîlan dike. Di du heyvan de dagirkeriya Tirkiyê Girê Qestelê, gundê Îska, eniya Merenaz, Girên Bahoz, Bedirxan û Baran, Bircikê Silêman, Girê Baxtiyar, Eniya El Kamiyê, Gundên girêdayî navçeyên Şêrawa, Cindirêsê, Gundên Beylûniyê û Eyn Deqnê, Gundê Basûfanê, Girên Şehîd Şîlan û Bozan, Girê Qestelê û Vîla Qadî, Bircikê Silêman, Girê Qistel û Dîkmedaş, Gundê Dêr Belût, Gundê Basota topbaran dike. Di encama van êrîşan de 44 topên hawinan hatin avêtin, 4 çete hatin kuştin û 17 birîndarbûn, balafirê keşfê hat xistin û şervanekî YPG ê jiyana xwe ji dest dan. 6 welatiyên ereb hatin îşkencekirin û 310 darên zeytûnan hatin rakirin.   Têkildarî êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê her dawî ji aliyê Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin.   Fermandariya YPG di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Tirkiye bi behaneya ku hêzên YPG êrîşî noqteyên wan kirine, êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêde kiriye. YPG'ê diyar kir ku ew aliyên navdewletî ku peymanên herêmn kêm pevçûn îmze kirne û şirîkên Tirkiyê ne bepirsyartî hildidin.   Di meha Cotmeh û Mijdarê de krnolojya êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê:   Di 1'ê Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê wekî du koman xwestin êrişî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê bikin. Lê ji aliyê Şervanên YPG û YPJ ê ve hatin ferqkirin û bersiv hat dayîn. Di encama şerê ku hat jiyankirin de çeteyek birîndar bû.   Di 2 Cotmehê de TSK'ê li kela Semanê bi cih dibin du topên hawanan avêtin gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê. Top li nava erdên çandiniyê ketin û ziyan gihandin berheman.   Di 2 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê li eniya Merenaz a girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê xwestin hendek bikolin. Şervanên YPG û YPJ ê bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encama şerê ku hat jiyankirin de treksa çeteyan hat rawestandin.   Di 3 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê Girên Bahoz, Bedirxan û Baran yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê gullebaran kirin û xwestin êriş bikin. Şervanên YPG û YPJ ê jî bersiv dan êrişa hêzên girêdayî TSK'ê. Di encam de treksa leşkerên Tirkiye derb xwar û neçar man ku paş de birevin. Her weha di heman rojî de komên TSK'ê li eniya Merenazê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê xwestin ku çeperê nû yên şer çêkin. Şervanên YPG û YPJ ê treksa wan kirin hedef û di encam de terks hat rawestandin.   Di 4 Cotmehêde hêzên girêdayî TSK'ê bi çekên BKC êrişî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera û bi topên hawanê êrişî Girên Baxtiyar û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ ê jî di heman demî de bi topên hawanê û çekên SPG-9 bersiv dan êrişa wan û komekî çete hedef girtin. Di encam de endamekî TSK'ê hat kûştin û yek jê giran bi giştî 7 çete birîndar bûn.   Di 5 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi çekên B7 êrîşî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê êrişî Girên Barîn, Baxtiyar û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojê de li eniya Eyn Deqnê û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê dema ku komên êrîşkar di amadekariya êrişê de bûn, Şervanên YPG û YPJ ê bi çekên doçka û BKC bersiv dan çeteyan. Dîsa seranserê eniya Şêrewa û Cindirêsê di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer û pevçûn hatin jiyankirin. Lê di derheqê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.   Di 6 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi çekên doçka êrişî Bircikê Silêman û bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ ê jî di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di heman rojî de çeteyan bi topên hawanê êrişî Girên Baran, Bedirxan û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ ê bi topên hawanê bersiv dan çeteyan. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.   Di 7 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi topên hawanê êrişî Girên Bedirxan û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de çeteyan bi çekên doçka êrişî Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ ê di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrişa çeteyan. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.   Di 8 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi çekên doçka êrişî eniya El Kamiyê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ ê di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrişa çeteyan. Dîsa çeteyan bi çekên doçka êrişî eniya Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ ê di heman demî d bi çekên doçka bersiv dan êrişa çeteyan. Her weha di heman rojî de hêzên me çeteyên ku dixwestin li eniya Girê Bozan çeperên nû yên şer çêkin ferq kirin û bi çekên SPG-9 treksa çeteyan kirin hedef. Di encam de treksa çeteyan sekinî.”   Di 9 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi topên hawanê, çekên BKC, B7, doçka û kanas êrişî gundên girêdayî navçeyên Şêrawa, Cindirêsê û Şera yên kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG,YPJ ê di heman wextî de bersiva êrişan dan. Di encama bersivdayîna Şervanan de li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li eniya Ezazê 3 kuştî û 5 birîndar, li Kil Cibrînê jî 4 birîndarên çeteyan hene.   Di 11 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê êrişên xwe yên bi topên hawanê û çekên doçka yên li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawa berdewam kirin. Şervanên YPG,YPJ ê jî di heman demî de bersiv dan êrişên hêzên TSK'ê. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.   Di 12 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê êrişên xwe yên li ser gundên navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê yên bi topên hawanê û çekên doçka berdewam kirin. Şervanên YPG,YPJ ê di heman demî de bersiv dan êrişên çeteyan. Her weha di heman rojî de Şervanan komekî çeteyan û treksekî çeteyan yê ku li eniya Girê Bahar û Girê Bozan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên kantona Efrînê çeperên nû çêdikirin hedef girtin. Di encam de hatin astengkirin.   Di 13 Cotmehê de Şervanên YPG,YPJ ê hêzên girêdayî TSK'ê yê sûîkastê tespît kirin û bi SPG-9 ev çeper hate rûxandin. Dîsa di heman rojî de êrişên çeteyên girêdayî artêşa Tirk yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê berdewam kirin. Şervanên YPG,YPJ ê di heman demî de bersiva êrişan dan. Her weha balafirekî keşfê yê artêşa Tirk dema ku li ser navçeya Bilbilê yê Kantona Efrînê digeriya hedef kirin û di encamê de balafirê keşfê hat xistin.   Di 14 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê êrişên xwe yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şêrawa, Şera û Cindirêsê yên Kantona Efrînê berdewam kirin. Şervanên YPG,YPJ ê di heman demî de bersiv dan êrişên çeteyan. Her weha di heman rojî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk dixwestin li eniya Girê Barîn yê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê çeperên nû çêkin. Di encama mudaxeleya hêzên me de karê çeteyan hat sekinandin.   Di 15 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê êrişên xwe yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şera, Cindirêsê û Şêrawa berdewam kirin. Şervanên YPG,YPJ ê di heman demî de bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.   Di 15 Cotmehê de Artêşa Tirk welatiyê ji Idlibê yê bi navê Zên Îbrehîm El-Silêman dema dixwest sînor ber bi Bakur ve derbas bike, êşkence kir.   Di 16 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrişî gundên girêdayî navçeya Şera û Cindirêsê yên kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG,YPJ ê bersiva êrişên çeteyan dan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin”.   Di 17 Cotmehê de di dema bi sedan şêniyên kantona Kobanê li meydana Şehîd Egîd ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah kom bûne, balafireke keşfê li ser bajar geriya.   Di 18 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê êrîşî gundên Beylûniyê û Eyn Deqne yên başûrê bajarê Ezazê kirin.Êrîş rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hat, di encamê de şer derket û çekeke doçka ya çeteyan hat rûxandin. Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker tevî alavên kolandina xendeq û avakirina dîwar di nabera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, careke din bi qasî 25 m derbasî gundê Şingêlê yê herêma Raco ya kantona Efrînê bû.   Di 20 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi roketa êrişî li hemberî Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha li heman navçeyî Şervanên YPG,YPJ ê mudaxeleya çeteyên ku dixwestin bi treksan li hemberî Girê Berfîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê çeperên nû yên şer çêkin kirin û di encam de hatin rawestandin. Dîsa li Girê Qestelê, Vîla Qadî û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera di navbera Şervanên YPG,YPJ ê û çeteyan de bi çekên BKC û doçka şerên demkî qewimîn. Di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a navçeya Şiyê geriyan.   Di 21 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa, bi çekên doçka êrişî Girên Banî, Batman û Baflor yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Girê Qestelê, Merenaz, Baflûn û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG,YPJ ê êzên me jî di heman demî de bersivê çeteyan dan.   Di 22 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi çekên doçka êrişî girên Şehît Şîlan, Bedirxan û Bozan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Merenazê û Girê Qestelê yên girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê jî êrişî Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Dîsa di heman rojî de çeteyan hewl da ku li eniya Cindirêsê bi treksan çeperên nû yên şer çêkin. Şervanên YPG,YPJ ê jî di heman demî de bersiva hemû êrişên çeteyan dan û treksa çeteyan a ku çeperên şer çêdikir dane rawestandin. Her weha balafira keşfê ya artêşa Tirk li ser eniya Şera geriya.   Di 24 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Girê Qestelê û Vîla Qadî yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê û êrişî girên Bedirxan û Şehît Şîlan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de Şervanên YPG,YPJ ê bersiva hemû êrişên çeteyan dan û hewldana çeteyên ku dixwestin li eniya Vîla Qadî çeperên nû yên şer çêkin hat astengkirin. Di heman dîrokê de  Artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên rojhilat û rojavayê kantona Kobanê hedef girtin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşên artêşa Tirk da. Di encamê de seyareyeke leşkerî ya artêşê hate rûxandin û yeka din jî derb xwar.   Di 24 Cotmehê de jî dema ku 4 welatiyên Ereb ên bi navên Heydr EL Mexlof û Yusif Ewad ên ji paytexeta Sûriyê Şamê ne û Hemîd Ehmed û Sûheîl Qado yên ji bajarê Dêrezorê ne, dema dixwastin li aliyê Serêkaniyê yê kantona Hesekê yê herêma Cizîrê, derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve têne girtin. Destpêkê, leşkeran nasname û pereyên wan ji wan standin û paşê, ew êşkence kirin. Di encama êşkenceyê de, ciwanê bi navê Heydr EL Mexlof jiyana.   Di 25 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê bi topên hawanê êrişî Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG,YPJ ê bersiv dan êrişa çeteyan û di encam de çeteyek hat kûştin. Dîsa di heman rojî de çeteyan bi topên hawanê êrişî girên Bedirxan û Botan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Vîla Qadî, Girê Qestelê û Eleqînê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de leşkerên artêşa Tirk yên ku xwestin li beramberî gundên Alîşêr û Aşmê sînor derbas bikin, bi çekên giran û çekên ferdî gulle reşandin ser Şervanên YPG,YPJ ê. H Şervanan di heman demî de bersiv dan êrişa leşkerên Tirk û şer derket. Di encam de loderek û qamyonek hatin rûxandin û hatin astengkirin. Di heman dîrokê de ciwanekî ku nasnameya wî nehatiye naskirin, dema dixwast di aliyê sînorê Serêkaniyê yê kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve tê girtin û tê êşkencekirin. Piştî êşkenceyê, artêşa dagirker wî davêjin aliyê Rojava.   Di 26 Cotmehê de TSK'ê xaka kantona Efrînê dagirkirin û 40 darên zeytûnan ên herêma Raco ji kokê rakirin.   Di 27 Cotmehê de hêzên girêdayî TSK'ê gundê Dêr Belût, Celme û girê Bihar û Bextiyar ên herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa top baran kirin. Şervanên YPJ/YPG`ê jî bersiv dan êrîşa wan.   Di 28 Cotmehê de TSK'ê ji qereqola Akçag Baglar a bajarê Kilise yê Tirkiyê girê Qistel û Dîkmedaş ên girêdayî navçeya Şera topbaran kirin. Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker noqteyên Hêzên Erka Xweparastinê yên li gundê Zormixarê  yê 45 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê topbaran dikin.Her wiha tankên xwe li hember gund bi cih kirin û tevgera xwe li ser sînor zêde kirin. Herwiha di heman dîrokê de artêşa Tirk a dagirker 3 topên hawanê avêtin Girê Qestel ê navçeya Şera ya herêma Efrînê.   Di 29 Cotmehê de TSK'ê ji qereqola Aqçe Baxle ya wîlayeta Kilis gundê Dîkmadaş ya navçeya Şera ya kantona Efrînê bi wanan topbaran dikin. Derbarê ziyanên pêk hatine de agahî ne hatin bi destxistin.   TSK'ê tenê di cotmehê de li gundê Şingêlê yê navçeya Meydana herêma Raco 70 darên zeytûnan û 50 darên Loz ji kokê rakirin û gef li şêniyên wî gundî xwarin ku gundê wan topbaran bikin.   Di 1 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê li kela Semanê bi cih dibin, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê, topbaran kirin.   Di 1 Mijdarê de  TSK ya li kela Semanê bi cih dibin, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê, topbaran kirin.   Di 2 Mijdarê de  TSK'ê noqteyên xwe yên li ser sînorê herêma Raco ya Efrîn zedê kirin.   Di 3 Mijdarê de TSK'ê û hezên girêdayi wê bi hemû çekên giran girê Qestel, gundê Eyn Deqnê û Merenazê yên navçeya topbaran kirin. Şervanên YPG/YPJ‘ê bersiva êrîşan da. Di encamê de şervanekê YPG‘ê şehîd ket.Di heman dîrokê de artêşa Tirk û çeteyên wê bi çeka BKC`ê gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kirin. Ji aliyekî din ve girê Barîn yê girêdayî herêma Cendirêsê bi çeka doçkaya topbaran kirin. 3 topên hawanê li gundê girê Botan ketin û her wiha 4 topên din jî li girê Bedirxan ketin. Çeteyan çeka doçka 14,5 di êrîşên xwe de bikar anîn. Şervanên YPG`ê bersiva topbaranê dan lê tu agahî derbarî ziyanan bi dest neketin.   Di 4 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê 10 topên hawanan avêtin gundê Başemrê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê. Li gundê Basûfanê jî di navbera şervanên YPG`ê û komên çete de şer derkete. Di encamê de gelek ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de, û di zeviyên wan de çêbûne.   Di 5 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê ên li gundê li ser sînor xwe bi cîh bûne, gule li gundê Dîkmadaş ê navçeya Şera barandin, şervanan bersiva gulebaranê dan. Çavkaniyê destnîşan kir ku tevgera çeteyan li aliyê gundê Eyn Deqne yê girêdayî navçeya Şera hebû, şervanan tevgera wan hedef kir û hejmareke çete kuştin.Hejmara kuştiyên çeteyan baş nehat zanîn.   Di 6 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê bi çekên giran noqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li bajaroka Ewn Dadat a dikeve bakurê bajarê Minbicê hedef girtin,. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat û li herêmê şer derket. Di heman dirokê deArtêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê de, 150 dar rakirin û kolandina xendeqan didomîne.   Di 7 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê yên li gundê Basota ya girêfayî bajarokê Daritizzê li Başûrê Efrînê bi cih bûne bi hawanan êrîşî gundê Birc Silêman yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê kirin. Di encamê de 2 top li nava baxçeyên gund ketin.Di heman dîrokê de Çeteyên artêşa Tirk yên li Gungê EL amrîna li Cerablûsê bi çekên giran êrîşî noqteyên Erka xwe parastin li Şiyûx Tehtanî li Rojavayê Kobanê kirin. Şervanan bersiva êrîşê dan.   Di 11 Mijdarê de artêşa Tirk li nêzî gundê Meydan Ikbis a herêma Raco ya Efrînê çemê Reş a li ser sînor derbas kir  û artêşa tirk dest be çêkirina pirekî li ser çem çêdike. Artêşa Tirk her wiha dest bi kolandina erdên li bernaberî gundêl Heydrko ya Hetayê kirin.Artêşa Tirk li herêma sînor a bi herêma Raco ya Efrînê re noqteyên leşkerî ava dike û çekên giran li wan noqteyan bi cih dike.   Di 11 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê hawl da xwe bigihîne Çiyayê Gir ê navçeya Bilbilê ya girêdayî Herêma Reco û êrîşî nuqteyên şervanên YPG/YPJ’ê kirin. li êrîs rastî  bersivdayîna ji şervanên YPG/YPJ’ê hate û hate şikandin .li di encama berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê de êrîş hate şikandin û çeteyên artêşa Tirk ji herêmê vekişiyan.   Di 11 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê topên hawanê avêtin gundê Îska yê Efrînê. Komên çateyan yen geridayî Artêşa tire le Keleha Semane ya ser bi Darît Îze ya li rojhilatê Helebê bi cih bûne, du topên hawanê avêtin gundê Îska yê navçeya Şerawa ya Efrînê. xisara madî rû da. Û Şervanên YPG û YPJ'ê jî bersiv dan vê êrîşê.   Di 12 Mijdarêde hêzên girêdayî TSK'ê êrîşên xwe li ser gundên li ser sînorê Efrînê kir  ya li derdora gundê Merenaz ê navçeya Şera li  be çekên sivik ew hedef girtin  . Derbarê ziyanên ku gihaştin çeteyan agahî nehatin zanîn. Her wiha çeteyan 4 topên hawnê avêtin gundê Basûfanê û bi çekaya doçkayê êrîşî girê başûrê navçeya Şêrawa kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn.   Di 13 Mijdarêde hêzên girêdayî TSK'ê, girên gundê Îska û gundê Basûfanê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, bi çekên giran topbaran dikin. Çeteyan ji Kela Semanê, girên gundê Îska û gundê Basûfanê , bi çekên giran topbaran dikin. li lgorî agahiyan 10 top li herêmên navborî ketine û Şervanên YPG`ê jî yekser bersiv dan.   Di 14 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê, gundê Îska ya navçeya Şêrawa jî topbaran. gundê Îska yê navçeya Şêrawa yê kantona Efrînê, topbaran dike  û 3 top li gund ketine û zerarên madî çêbûne.   Di 14 Mijdarê dehêzên girêdayî TSK'ê girê Dîkmadaş ê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê topbaran kirin. gundê Yazbax ê girêdayî herêma Ezazê xwe bi cih kirine, 3 topên hawanê avêtin gundê Dîkmadaş li di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn feqat   Di 15 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê careke din gundê Dîkmadaş a navçeya Şera bi hewanan topbaran kirin. Ji gunde Yazîbax a herêma Ezazê careke din gundê Dîkmadaş a topbaran dikin.  Her wiha 6 top li zeviyên gund ketin û di encamê de zirarên madî çêbûn.   Di 15 Mijdarê de hêzên girêdayî TSK'ê bi çekên giran hin nuqteyên şervanên YPG’ê yên li Efrînê hedef girtin û şervanan jî bersiva dan çeteyan hawanê avêtin gundê Eyn Deqnê yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê, lê tu ziyan negihişte welatiyan. Li cihekî din mayîneke ku çeteyan li aliyê gundê Qestelê danîbûn, bi wan de teqiya. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine bidestxistin. Çeteyan, he wiha bi çekên BKC hin girên navçeya Şera kirin hedefa êrîşên xwe û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva çeteyan dan. Di saetên şevê de  aine roje çekên Doçka 23.5 Girê Başûr û Girê Bafilûrê yên navçeya Cindirêsê jî hedef girtin, lê tu ziyan çênebûn.