Kedkaran banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir: Emê li mafê xwe xwedî derkevin 2019-07-21 10:11:20 AMED - Rêxistina HDP'ê wê sibê li Amedê mîtînga "Ji bo aştiya bi rûmet, çareseriya demokratîk" li qada Îstasyonê li dar bixin. Beriya mîtîngê rêxistinên kedê banga tevlêbûna mîtingê kir û gotin: "Li gel aştiyê emê li ked û mafê xwe yê ji destê me hatiye girtin xwedî derkevin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê wê di 22'ê Tîrmehê roja duşemê saet di 17.00'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Ji bo aştiyek bi rûmet, çareseriya demokratîk" li dar bixin. Walîtiyê serlêdana mîtîngê qebûl kir û destûr da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Heserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Giştî yê (ESP) Şahîn Tumuklu û Serokê Giştî yê Partiya Kominîst a Kurdistan (KKP) Sinan Çiftyurek kû nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) wê beşdar bibin.    Wê koma Çarnewa û Koma Azad jî derkevin ser dikê.    Berdevkê Demî yê Platforma Şaxan a KESK'ê Nasir Demîrkiran, diyar kir ku wê li qadê daxwazên xwe yên aştiyê bilind bikin û wiha got: “Di rewşên şer êrîşa li dijî kedê zêde ye. Di şer de ked tê xwarin û destkefî ji destê mirovan tên girtin. Daxwaz li ber çavan nayên girtin. Hemû daxwaz li ser daxwaza îktîdarê dikevin meriyetê. Di şertên şer de tu daxwazên me li ber çavan nayên girtin.    EM Ê LI MAFÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN   Demirkiran, anî ziman ku wê li qada mîtîngê hem li aştiyê û hem jî li mafê xwe yê ji destê wan hatiye girtin xwedî derkevin û xwest her kes tev li mîtîngê bibe û li mafê xwe xwedî derkevin.    Hevserka 2'emîn Şaxa Genel Îş'ê ya Amedê Hanife Kardaş jî diyar kir ku keda jinan nayê dîtin û wiha got: “Di şer de herî zêde keda jinê rastî êrîşê tê. Di şer de mexdûrê ewil jin û zarok in. Herî zêde jin û zarok rastî tundî û zextan tên. Hem keda jinê tê binpêkirin û hem jî tundiya li ser jinê zêde ye. Ji ber vê yekê divê herî zêde jin dakevin qada mîtingê û dengê xwe bilind bikin. Divê jin li keda xwe derkevin û ji bo aştiyê biqîrin."