Polîsan li Rezan bi ser malekê de girt: Kesekî jiyana xwe ji dest da û polîser birîndar bû 2019-07-21 09:44:25   AMED - Li Navçeya Rezan a Amedê polîsan bi ser malekê de girt. Di serdegirtina malê de kesekî jiyana xwe ji dest da û polîsek birîndar bû.    Li Kolana Karacadag a Navçeya Rezan a Amedê polîsan bi ser malekê de girt û pevçûn derket. Di pevçûnê de kesekî jiyana xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû. Polîsê tevgera taybet ê birîndar bû bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Ji xwediye malê 2 kes jî hatin binçavkirin. Kesê jiyana xwe ji dest da nasnameya wî nehat diyarkirin.