Tê gotin qeyûm bi bertîlê goristan jî xistiye ber îmarê 2019-07-21 09:05:36   MÊRDÎN - Di dema qeyûm de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, plansaziya avadaniyê guherandiye û di çarçoveya vê guherandinê de goristan, erdên çandiniyê û park veguherandine qada avahiyan.    Di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, derket holê ku di warê avadaniyê de jî nelirêtî hatine kirin.Li gorî tespîtên hatin kirin; di dema qeyûm de qada parkî, qada rekreasyonê, qada saziyên fermî, erdên çandiniyê jî di nav de qadeke 6 metrekare bi awayekî nelirê ji bo avadaniyê hatiye vekirin.    Li gorî agahiyên hatine tespîtkirin li navçeya Mahsertê statuya qada cihokên avê wekî qada avahiyan hatiye guherandin. Her wiha li vira bi qadeke bi hezaran metrekarî ku ji bo qada rekreasyonê, qada civakiyî û çandî hatibû veqetandin wekîq ada avahiyan hatiye guherandin.    GORISTAN JÎ XISTIN BER ÎMARÊ    Her wiha li Mahsertê qada goristanê jî statuya wê hat guherandin û xistin ber îmarê. Ev qada goristanî diviya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de bûna, lê belê statuya wê jî guherandine û xistine ber îmarê û xistine bin banê Defterdariya Mêrdînê.    LI SER RÊJΠ   Li Mahsertê rêyeke firehiya wê 15 metre ye jî xistin ber îmarê.    Li Mahsertê li Taxa Cumhûriyetê erseyên ku li ser wan destûra avahiyên heta 5 qatan heye, hejmara qatan hat zêdekirin û kirin 6 qat. Her wiha hin dever jî heta 3 qetan destûra wan heye, lê belê hejmara qatên li van deran jî hat zêdekirin û kirin 6 qat. Hat tespîtkirin ku ev erse ên Serokê AKP'a Mahsertê Mehmet Zekî Îpekşen û xizmên wî ne.    LI QOSERÊ ERDÊN ÇANDINIYÊ JÎ XISTIN BER ÎMARÊ    Her wiha li Şemrex, Qoser, Nisêbîn, Dêrik û Kerboranê jî qadên aîdî Defterdariya Mêrdînê û qadên parjî yên aîdî şaredariyê xistin ber îmarê û ji bo firotinê hatine amadekirin. Hat tespîtkirin ku hin erd hatine firotin û erseyên aîdî şaredariyê jî ji bo firotinê hatine amadekirin. Tenê li Qoserê li gundê Îbrahîmiye, Elîmişmiş û Kocalarê nêzî 3 hezar donim erdê çandiniyê xistine ber îmarê.    OFÎSA BERTÎLÊ ÇÊKIRIN    Li gorî îdiayê; ji bo van karan şaredariyê bi xisûsî ji Enqereyê plansazkarê bajêr ê bi navê H.F. aniye û tevî A.B. û B.E. yên li Serokatiya Daîreya Avadanî û Bajarsaziyê ya Şaredariya Mêrdînê dixebitin, li navenda Mêrdînê li Apartmana Ozdoganlarê ofîsek kirê kirêkirine û bi beramberiya pereyan ev kar kirine. Ji bo karên hatine kirin di bin navê "komîsyonê" de pereyekî zêde dane van kesan.    Ev koma bi bertîlan dixebite ji bo hin erdên aîdî Midûriyeta Çandinî û Daristanê têxin ber îmarê, ji Midûrê Çandinî û Daristanê ya Mêrdînê Ozkan Onen xwestine ku îmzeyê bide, lê ji ber Onen îmze nedaye ji peywirê hatiye girtin û di 25'ê Adarê de Mendûh Dînler anîne şûna wîç Piştî Dînler dest bi kar dike di 26'ê Adarê de îmzeyê dide û nêzî 3 hezar donim erdê li Qoserê dixe ber îmarê.    ÎTIRAZ KIRIN    Ji bo van pêkanînan 140 kesî îtiraz kiriye, lê belê îtiraza wan esas nahtiye girtin. Ji bo vê yekê lêkolînên şaredariyê didomin.    MA / Ahmet Kanbal