Dozger ceza li birayê wê birî, lê ew nikare biçe malê 2019-07-21 09:04:23   RIHA – Beyhan Sakîn ku birayê wê zextan lê dike, ji bo vê serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê ji bo birayê wê biryara dûrxistina ji malê da, lê ya nikare biçe malê ew e.    Li Sêwrega Rihayê, Beyhan Sakîn a 56 sal î îdia kir ku salek berê birayê wê Nûrî Pîşkîn bi darê zorê tapuya xaniyê wê qulabtiye ser navê xwe. Sakîn, diyar kir ku berê tapo li ser birayê wê Şehmûz Sakîn bûye, lê belê zirbirayê wê bi darê zorê tapo qulaptiye ser navê xwe. Sakîn, anî ziman ku ew li vê malê dijî û Pîşkîn gelek caran ew bi devkî taciz kiriye, bi mirinê gef lê xwarine û herî dawî jî bi awayekî fizîkî tahde lê kiriye. Sakîn, diyar kir ku li ser vê rapora derbkirinê stendiye û di muayeneyê de aşkere bûye ku kezeba wê çiriyaye û derb xwariye.    Sakîn, anî ziman ku tevî rapora xwe çûye dozgeriyê û gilî kiriye û dozger li zirbirayê wê yê di heman apartmanê de dijî cezayç dûrxistina malê biriye û got: "Cez alê hatiye birîn lê hîn jî diçe malê. Niha ê nikare biçe mala xwe ez im."    Sakin, destnîşan kir ku zirbirayê wê bi zora çekê mal qulabtiye ser navê xwe û got: "Bi zora çekê tapoya li ser navê kekê min qulabt ser navê xwe. Mala li ser navê min hatiye çêkirin qulabt ser navê kurê xwe. Dema li malê me hin caran ceryana min tê birîn. Ava min tê qutkirin. Zirbirayê min Nûrî Pîşkîn tim gefan li min dixwe. Li ber derî dest xist qirika min û got 'tu yê li vira nemînî, tu yê ji vê malê derkevî.' Paşê pehîn li min xist û ez derb kirim. Bi pora min digirt û li min dida."    Sakîn, diyar kir ku ji ber zirbarayê wê jiyana wê di talûkeyê de ye û got: "3 roj in nikarim biçim malê."