Hatimogûllari: Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd fuzeyên S-400 kirîn 2019-07-21 09:01:34   EDENE – Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay hatîmogûllari, diyar kir ku sedema stendina S-400'an pirsgirêka kurd û xwesteka ji bo serdestiya li herêmê ye. Hatîmogûlalri, bilêv kir ku bi stendina pergala S-400'an wê Tirkiye hem di warê aborî hem jî di warê leşkerî de bibe pêgirtiyê Rûsyayê.    Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, pergala parastina hewayî ya S-400'an ku Tirkiye ji Rûsyayê kirî û krîza ji be rvê yekê rû daye nirxand.   Hatîmogûllari, anî ziman ku ji ber polîtîkayên der barê Sûriyeyê de Tirkiye li cem Rûsyayê cih girtiye û Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe li kêle welatên di nav avaniya Şengayê de ne cih girtiye û ji bo peyama parastina hewayî ya S-400'an bi Rûsyayê re li hev kiriye. Hatîmogûllari, bal kişand ser dagirkirina xaka Sûriyeyê ya ji aliyê Tirkiyeyê vê û rola Rûsyayê ya di vê dagirkirinê de û got: "Ji bo vê jî Tirkiye fuzeyên S-400 kirîn û hîn bêir bû pêgirtiyê Rûsyayê."    ‘NAXWAZIN STATUYEKE KURDAN ÇÊBIBE'    Hatîmogûllari, diyar kir ku sedema ku Tirkiye pergala parastina hewayî ya S-400'î kirşn jî pirsgirêka kurd e û xwesteka ji bo serdestiya li herêmê ye. Hatîmogûllari, got: "Me gelek caran bilêv kir, heta ku Tirkiye li dijî çareserkirineke aştiyane û demokratîk a ji bo pirsgirêka kurd tev bigere, wê gelek xeletî li lingê wê bilefin. Mesela, tu kes nema nizane ku ji ber hebûna Rojava qebûl nake, di navbera wê û DYA'yê û hin hêzên din de rageşî heye. Sedema vê rageşiyê Pirsgirêka kurd û meseleya Rojava ye. Tirkiye ji bo kurd nebin xwedîstatu, li Rojavayê bêtir li cem Rûsyayê cih digire. Xewnên Tirkiyeyê yên osmanîtiya nû vê yekê dikelijîne."    Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye welateke NATO'yê ye û ew jî nizanin wê çawa pergala S-400'an bê bikaranîn.    'KRÎZEKE MEZIN LI BER DERÎ YE'    Hatîmogullari, destnîşan kir ku wê NATO dev ji Tirkiyeyê bernede lê belê wê hin muweyîdeyên wê yên aborî hebin û di vî warî de Tirkiyeyê bitengijîne û wê hewl bidin ku Tirkiyeyê dîsa be rbi NATO'yê ve bikişînin. Hatîmogûllari, bilêv kir ku niha krîzeke aborî ya pir giran li benda Tirkiyeyê ye.    Hatîmogûllari, destnîşan kir ku Tirkiye li Sûriyeyê pir tengijiye û her diçe bi tenê dimîne. Hatîmogûllari, got: "Em HDP, bi tu awayî naxwazin çavkaniyên gel ji bo polîtîkayên ewlehîparêz bên bikaranîn û em vê yekê qebûl nakin. Ji ber Tirkiye ji bernameya F-35'an hatiye derxistin, budçeya Tirkiyeyê 9 milyar dolar zirar kiriye. Her wiha ji bo kirîna S-400'an jî bûye deyndarê Rûsyayê û wê niha vî deynî bide. Her wiha Tirkiye bi vî awayî hem di warê leşkerî hem jî di warê aborî de wê bûye pêgirtiyê Rûsyayê."    MA / Hamdullah Kesen