ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-21 09:00:07   *  Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay hatîmogûllari, diyar kir ku sedema stendina S-400'an pirsgirêka kurd û xwesteka ji bo serdestiya li herêmê ye. Hatîmogûlalri, bilêv kir ku bi stendina pergala S-400'an wê Tirkiye hem di warê aborî hem jî di warê leşkerî de bibe pêgirtiyê Rûsyayê.   * Beyhan Sakînku zirbirayê wê tahdê lê dike, ji bo vê serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê ji bo birayê wê biryara dûrxistina ji malê da, lê belê ne birayê wê ew bi xwe nikare biçe malê.    * Li Somayê, karkerên ocaxên madenê yên ji kar hatin derxistin û yên teqawidbûyî nikarin tazmînatên xwe wergirin.    * Di dema qeyûm de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, plansaziya avadaniyê guherandiye û di çarçoveya vê guherandinê de goristan, erdên çandiniyê û park veguherandine qada avahiyan.    * Firotina maşineyan piştî di 30'ê hezîranê de daxistina Baca Serfkirina Taybet (OTV) bi dawî kirin, firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû.