Mizrakli: Emê peravên Çemê Dîcle sererast bikin 2019-07-20 17:06:44   AMED - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, diyar kir ku ew plan dikin ku peravên Çemê Dicle yên di navbera Pira Farqîn û Baxçeyên Hewselê de sererast bikin û bikin cihê geşta welatiyan.     Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezn a Amedê Selçûk Mizrakli, peravên Çemê Dîcle yên dikevin navbera Pira Farqîn û Baxçeyên Hewselê lêkolîn kir. Mizrakli bi rayedarên Serokatiya Daîreya Bajarvaniyê û Avakirinê û endamên Meclîsa Şaredariyê re li qeraxên Çemê Dîcle geriyan û diyar kir ku ew armanca dikin ku vê derê ava bikin û bikin cihê ger û geşta welatiyan.     Hevşaredar Mizrakli, amaje bi plansaziya ber pere robarê Dîjleyê kir û got, plana wan ew e li vê derê rêgehên pisqêletan, rêbarên meşîyanê û baxçeyên fêkiyan çêkin. Ew ê di plansaziya vir de rêzê li xwezayê, mirovan û jîngehê bigirin û Mizrakli aşkere kir ku plansaziya wan ew e kus ê kîlometir li ber perê robarî şûnwarên ku zarok, ciwan û mezin jê sûdê werbigirin bidin avakirin. Mizrakli diyar kir ku ev dever di lîsteya mîrateyên çandî de ye, demeke nêzik ew ê bi rayedarên UNESCOyê re bên û li van deran saxtiyan bikin, projeya xwe ew ê pêşkêşî rayedarên UNESCOyê bikin û ew ê bi hev re binirxînin.