Destûr ji bo mîtînga HDP’ê ya Amedê hat dayîn 2019-07-20 16:10:21 AMED - Destûr ji bo mîtînga HDP’ê ya Amedê ya wê roja Dûşemê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin hat dayîn. Komîteya amadekar a mîtîngê, diyar kir ku hemû amadekariyên xwe bi dawî kirine.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, dê di 22’ê Tîrmehê de li Qada Îstasyonê bi dirûşmeya “Ji bo aştiyek birûmet çareseriya demokratîk” mitîngê li dar dixe. Komîteya amadekar ji bo destûr serî li Walîtiya Amedê dabû. Walîtiya Amedê serlêdanan komîteyê qebûl kir û destûr da mîtîngê.    LI 17 DE NAVÇEYAN AMADEKARÎ HAT KIRIN   Amadekariyê mîtînga ku dê ji bajarên herêmê, navçe û bajarê Amedê gel tevlî bibin, temam bûn. Ji bo tevlîbûna mîtîngê civîn hatin li darxistin, bîllborard hatin daliqandin û afîş hatin belavkirin. Parlementer, rêveber û endamên HDP’ê  li 4 bajaran, 13 gundan, 17 navçe û taxên çiyayî xebatên vexwendina mîtîngê li gel kirin.    Mitîng dê saet di 17.00’an roja Duşemê li Qada Îstasyonê pêk were. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek di mitîngê de xîtabî gel bikin. Koma Çarnewa û Koma Azad jî, wê di mitîngê de derkevin ser dikê û konser bidin.