'Girtîgeh bûne navendên mirinê’ 2019-07-20 15:20:28   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtî Ramazan Kiran û got: “Di mejiyê wî de kîst heye. Rewşa wî nebaşe. Divê bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo berdan girtiyên nexweş, xwest di hefteya 382'yemîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F'ê" li Qada Galatasaray li dar bixe. Polisan çalakiyê asteng kir û destûr neda ku çalakî li Qada Galatasaray bê lidarxistin. Li ser vê çalakî li ber derê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankartên li ser wan nivîsên "Mafê tedawiyê nayê astengkirin, tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyîn" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin û dirûşmeyên “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” û “rêmeta mirovan nayê îşkence kirin” hatin berzkirin.    Komîsyonê di çalakiya vê heftê bal kişand ser rewşa girtiyê kîst di mejiyê wî de heyî Ramazan Kiran. Parazvanê mafê mirovan Taylan Bekîn daxuyanî da û wiha got. “Di 3 mehên dawî yên 2019’an de herî kêm 436 bûyerên bipêkirinên mafên mirovan hatin jiyîn.”   Bekîn, nexweşiyên Ramazan Kiran bibîr xistin û wiha axivî: “Di sala 2010’an de derket holê ku kîst di mejiyê Kirna de heye. Kiran di 28’ê Tîrmeha 2019’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê sîrgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bolû tê kirin. Her ku diçe rewşa wî ya tenduristiyê ne baş dibe. Tim serê Kiran diêşe her tim bi ser êşiya xwe şiyar dibe. Gelek nexweşiyên Kiran hene û  divê di şert û mercên baş de bê dermankirin.”    Bekîn, destnîşan kir ku Kiran bi awayekê baş nayê derman kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kontrolê wî nayin kirin. Divê Kiran bê berdan. Êdî wisan bûye girtîgehek bûne navenda mirinê. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan. “    Piştî daxuyaniyê çalakî b idawî bû.