‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye' 2017-11-23 09:22:32 MUGLA - Jinên di têkoşîna ekolojiyê de cih digirin, diyar kirin ku nabe mirov têkoşîna jin û ekolojiyê ji hevdû cûda bifikire û wiha gotin: “Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye."  Jinên li cîhan û Tirkiyeyê, xwe ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinên Navneteweyî amade dikin. Di heman demê de jin li dijî êrîşên li ser xwezayê jî têdikoşin. Jinên ekolojist, diyar kirin ku hişmendiya dijminantiya xweza û jinan dike yeke.      Emîne Dayioglu ku salên dirêj di têkoşîna ekolojiyê de cih girt, anî ziman ku li hemû qadên jiyanê yên jinan, li dijî têkiliyên desthilatdariyê têkoşiyaye û wiha axivî: “Pargala Patrîarkal a kapitalîzmê bi şer, ceribandinên nükleer, santralên enerjiyê, petrol, pir, bajar, bendav, bermahiyên sanayî û hilberînên bê sînor çavkaniyên xwezayî bi awayekê ku çarek din paşve ne vegerin, tune dikin. Di têkoşîna ekolojiyê de bi taybetî jin di refên pêş de cih digirin û ev jî ji ber têkoşîna  wan a jiyanê ye.”    'JIN Û XWEZA DI HEMAN DEMÊ DE HATIN KOLEKIRIN'    Dayioglu, da zanîn ku jinan li dijî çêkirinên Hîdroelektrîk Santrallên (HES) bi keviran û daran têkoşiyan. Dayioglu, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Jinan gotin ‘ger av, firîngî û îsotên me nebin, em ê çi ji ceyranê bikin.’ Gava ku mudaxiliyê xwezayê dikin, wê demê mudaxileyê jiyana jinan jî dikin. Li Sûr, Hewsel, Artvîn, Yuvarlakçay û Yirca jinan pêşengtî kirin. Ji ber vê yekê baweriya ku dê bi destê jinan jiyan bê guhertin û veguhetin zîndîtir bû.”    Dayioglu bal kişand ser tundiya li ser jinên  li Tirkiyeyê û wiha domand: “Gava mirova li dîroka mirovahiyê mêze dikin, jin û xweza di heman demê de hatine kolekirin. Ji ber vê yekê têkoşîna jin û xwezayê bi hev ve girêdayî ye. Nêzîkatiya jinê ya ji xwezayê re ne navendiye. Hîn zêde wekhev û aştiyane ye.”   Ekolojîst Beyza Ustun jî, diyar kir ku têkoşîna jinan weke di hemû qadan de, bi perspektîfa ekolojiye berdewam dike û wiha axivî: “Azadiya civak û xwezayê ya ji hişmendiya zilam, bi têkoşîna hêza jinan gengaze.  25’ê Mijdarê ji bo jinan, di heman demê de roja bilindkirna têkoşîna ekolojiyê ye.”    ‘TÊKOŞÎNA JIN Û EKOLOJIYÊ BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE’   Doç. Dr. Dîlek Hattatoglu jî, anî ziman ku têkoşîna jin û ekolojiye bi hev ve girêdayî ye û mirovan nikare ji hev cûda bike. Hattatoglu, da zanîn ku bi faşîzma li Tirkiyeyê mezin dibe, êrîşên li ser jinan girantir dibin û wiha axivî: “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, divê di navenda faşîzmê, kapîtalîzmê û şer de cih bigire.”   Hattatoglu, dest nîşan kir ku hişmendiya Azmak a Akyaka, darîstanên Akbuk û Şîrînkoy wêran kirin, hişmediya ji bo parsêlê walitiya Surmene ya Trabzohê daristan wêran kir, himendiya navçeya Sûra Amedê ser û bin kir, Geliyê Perî tune kir, daristanên Cûdî û Gabarê yên Cizîrê rûxandin, heman hişmendiye. Hattatoglu, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi şer hem erdnîgariya me û hem jî pêşroja zarokên me tune dikin. Ji ber van hemû sedeman, têkoşîna ekolojiyê, pêşeroja me, şerê li ser erdnîgariya me tê jiyîn, tundiya li ser jinê û têkoşîna li dijî kedxariyê ketiye nava hev. Divê em li dijî van hemûyan têkoşîna xwe bi hêztir bikin.”