Ji cenazeyên nehatin tespît kirin 7 jê hatin definkirin, 10 jê li morgê ne 2019-07-20 10:05:42 EDENE - Ji 17 cenazeyên endamên HPG'ê yên di encamên êrîşên SÎHA yên di 16 mehên dawî de li Çiyayên Amanos jiyana xwe ji dest dan, 7 jê ji ber nasnameyên wan nehatin tespîtkirin li goristana bêkesan hatin definkirin û 10 cenaze jî li morga ATK’ê tên girtin.  Cenazeyên endamên HPG’ê yên di encamên êrîşên SÎHA yên di 16 mehên dawî de li Çiyayên Amanos ên Hatayê jiyana xwe ji dest dan, di rewşek nayin naskirin dene. Ji meha Adarê, ya sala 2018’an û vir ve, nêzî 50 endamên HPG’ê bûn hedefa Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA). Cenazeyê 17 HPG’iyên jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku nasnameyên wan nehatin tespîtkirin, nadin malbatan.   Herî dawî di operasyona 10’ê Tîrmehê ya li qûntarên Çiyayên Amanosan de, Davût Acar û kesekê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dabûn. Her du cenaze ji bo tespîtkirina nasnameyê û otopsiyê şandin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edenê.    GER NASNAMEYÊN WAN NEYİN TESPÎT KIRIN DÊ DEFIN BIKIN   Malbata Acar a ku bihîstin kurê wan jiyana xwe ji dest daye, yekser serî li dozgeriyê dan. Lê ji ber ku malbatê nekarin cezayê xwe teşhîs bikin, dozger daxwaza mînaka DNA’yê xwest.  Ger dinava 15 rojan de cenaze neyin teşhîs kirin, dê li goristana bêkesan bên definkirin.    LI MORGÊ 10 CENAZE HENE    Hat ragihandin ku li goristanên bêkesan ên dinava goristanên Bûrûk û Asrînê cih digire de, 7 cenazeyên nasnameyên wan nehatin tespîtkirin ên hatine definkirin hene. Cenazeyên Acar û 9 kesên din ên parçe bûne li morga ATK’ê ya Edenê tên girtin.    HIN MALBAT HENE KU NÊZÎ SALEKEYE LI BENDA ENCAMA DNA’YÊ NE   Hat diyar kirin ku piraniya cenazeyên li morga ATK’ê tên rawestanan û li goristanên bêkesan hatin definkirin, ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji ber ku malbatan serlêdan nekirin, mînaka testa DNA’yê nehatin girtin.   Ligel ku hin malbatan testa DNA’yê dane jî, ev nêzî salekêye li benda encamên testa DNA’yê ne.