Serokên baroyan: Der barê parastina Heskîfê de çi doz bên vekirin em ê daxil bibin 2019-07-20 09:07:34 ÊLIH - Serokên baroyên Îzmîr, Aydin û Tekirdagê, destnîşan kirin ku divê Heskîfa dîrokî bê xelaskirin û gotin, ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin dozên bên vekirin.  Duh na pêr serokên baroyên 17 bajaran, ji bo Heskîfa 12 hezar salî di bin avê de nemîne, ji bo betalkirina Projeya Bendava Ilisûyê bang kiribûn. Serokên baroyên Îzmîr, Aydin û Tekirdagê ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn, destnîşan kirin ku Heskîf tenê ne ya êlihî û heskîfiya ye, mîrateya hevpar a hemû mirovahiyê ye.    'EM DIKARIN DOZÊ VEKIN'   Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel, diyar kir ku ji ber berî ku Heskîf bê rûxandin û di bin betonê de bimîne dîtiye pir bisiûd e. Yucel, bilêv kir ku rewşa niha Heskîf tê de rewşeke tirsnak e û got: "Îro min baş dît ku mirov ji bo pereyan dikarin çi bikin. Min dît bê ji bo pereyan dîroka welatekî, dîroka civakekê û dîroka xakekê çawa tê tunekirin. Kapîtalîzm, guh nade tu nirxî."    Yucel, bilêv kir ku divê dîroka bienrdê ya Heskîf bi her awayî bê lêkolînkirin û got: "Tenê ne dîroka li ber çavan, wê dîroka di bin de jî di bin avê de bimîne. Ji bo çi? Ji bo bendaveke temenê wê 50 salî."    Yucel, destnîşan kir ku her baroyek komîsyoneke wê ya ekolojiyê heye û got: "Dema em vegerin Îzmîrê wê karê me yê ewil xebateke der barê vê de be. Em dikarin di warê hiqûqî de dozê vebikin. Lê a rast pir hêviya min tune ye. Çimkî em dibînin ku îdare guh nade biryarên rawestandina birêvebirinê."    'QÎRÎNA 82 MILYONÎ YE'    Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkûrt jî destnîşan kir ku ji bo xelaskirina Heskîfê di warê netewî û anvnetewî de qanûn hene û got: "Em Baroya Aydinê em ê tev li hemû çalakî û dozên bi pêşengiya Baroya Êlihê ve bên lidarxistin û vekirin bibin." Bozkûrt, anî ziman ku ji bo xelaskirina Heskîfê pêdivî tenê ne bi qanûna ye û got: "Heskîf di bin betonê de maye. Em ji ber vê diqehirin. Eger bendav çêbibe û avê bigire, wê ev dîrok di bin avê de bimîne. Wê bi hezaran giyanewerên li vira bimirin, wê derdor tune bibe. Wijdanê me vê yekê qebûl nake. Ev der tenê ne aîdî heskîfî û êlihiya ne. Ev der mîrateya hevpar a aydîniyan, edîrneyiyan, qersiyan û hemû mirovahiyê ye. Qîrîna li vira tenê ne ya heskîfiyan e, ya 82 milyonî ye. Em bendavê naxwazin."    PARASTINA GIYANEWERAN    Serokê Baroya tekirdagê Sedat Teknecî jî bilêv kir ku giyanewerên di Çemê Dîcleyê de bi tunebûyînê re rû bi rû ne û got: "Eger der barê giyaneweran de dozek hebe em ê mudaxil bibin. Tune be jî em ê ji bo vê hin lêkolînan bikin. Wek baroyê ji bo li vira qada jiyanê neyê tunekirin berpirsiyariyek me jî heye. Dîmena em li Heskîfê çav pê ektin pir tirsnak bû. Çawa wê ev dîrok ji bo bendaveke 50 salî bêt unekirin. Di warê hiqûqî de divê em bitêkoşin."    MA / Metin Yoksu