Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin 2019-07-19 17:13:38 BEDLÎS – Li dijî wesayîta meqamê ya Fermandarê Cendermeyan ya Bedlîsê fermandar Zafer Akkuş êrîşa bi roket pêk hat û jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de cerdevanek û ajokarê maşîneyê giran birîndar bûn. Li herêma gundê Hêrvês ya girêdayî navenda Bedlîsê li dijî wesayîta meqamê ya Fermandarê Cendermeyan a Navçeya Navendî ya Bedlîsê fermandar Zafer Akkuş êrîşa bi roketî pêk hat. Di êrîşê de fermandar (serdar) Akkuş, ajokarê wî û cerdevanek birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Fermandar Akkuş tevî hemû mudaxeleyên tibî jî jiyana xwe ji dest da. Cerdevan û ajokar jî hildan beşa lezgîn.   Hat ragihandin ku piştî bûyerê li herêmê operasyonek berfireh hat destpêkirin.