Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin 2019-07-19 17:05:50 WAN – Her meh bi malovaniya baroyekê Nobeta Edaletê li Wanê kom bû û bi beşdariya 23 baroyan çalakî pêk hat. Di nobetê de hat gotin heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobeta edaletê neqede. Her meh bi malovaniya baroyek3e “Nobeta Edaletê” pêk tê. Vê mehê ji bi malovaniya Baroya Wanê li ber Dadgeha Wanê pêk hat. 23 baro ji bo nobetê li hev kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên parêzer Bekîr Kaya, Tahîr Elçî û Selçûk Kozagaçli hatin hildan û pankarta “Em te ji bîr nakin Tahîr Elçî” û “Dest nede parastinê” hatin vekirin.    'HETA DEWLETA HIQÛQÊ PÊK NEYÊ DÊ NOBET DEWAM BIKE’   Di nobetê de Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar ewilî axivî û got: “Niha agirê nobeta edaletê li Wanê pêket. Ji bo darazek serbixwe, ji bo her kesî nobeta maf, hiqûq û edaletê hat destpêkirin, helbet di serdemek em gihîştin dewleta hiqûqê dê biqede. Lê li her deverê welatê me bêedaletî heye. Mafên mirovan û parastin bê binpêkirin, hemû mafên mirovan bên qedexekirin, gotinên nefretê ya mîna li Trabzonê biqewimin wê têkoşîna me ya ji bo edaletê dewam bike.”    ‘EM ÎTÎRAZÎ BÊHIQÛQIYAN DIKIN’    Serokê Baroya Antalya Polat Balkan jî got: “Li ku bêhiqûqî û bêedaletî hebe em li wir in û li dijî vê îtîraz dikin.”    Seroka Baroya Kocaeliyê Bahar Gultekîn Candemîr jî got ew ji bo serdestiya hiqûqê û darazek serbixwe nobetê digirin.    ÇALAKIY TAHÎR ELÇÎ VÊ HEFTEYÊ LI WANÊ BÛ    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî bi bîr xist ku 185 heftene li ber Dadgeha Amedê ji bo bîranîna Tahîr Elçî çalakî li dar dixin û vê hefteyê jî di çarçoveya çalakiya Nobeta Edaletê de li Wanê li dar dixin. Aydin da zanî nku li gel 3 sal û nîv bi ser kuştina Elçî de derbas bû bi qasî serê derziyê jî di dosyeya lêpirsîna wî de pêşketin çênebûye û kerr, lalbûn û korbûna rayedaran didome û bêyî ew biwestin û bêzar bibin ji bo ronîkirina cînayetê têbikoşin. Aydin anî ziman ku li welat her roj gelek neheqî diqewimin û wek di mînaka Trabzonê de jî hat xuyakirin ku nijadperestî her roj li her aliyê welat belav dibe. Aydin got divê ya bê lêpirsînkirin helwesta darazê ye û tu aliyê vê yekê yê hiqûqî, ehlaqî û qanûnî nîne.    BANGA BEŞDARIYA DOZA PIRSÛSÊ    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî bi bîr xist ku salvegera komkujiya Pirsûsê ye û banga beşdariya doza Pirsûsê ya dê di 7’ê tebaxê de li Dadgeha Hîlwanê bê dîtin kir.    QEDEXEYAN ŞERMEZAR KIR    Serokê Baroya Yalovayê Fedaî Dogruyol jî diyar kir ku Walîtiya Wanê hemû cûre çalakiyên li Wanê qedexe kiriye û biryara qedexeyan şermezar kir.    ‘EM BÛNE PIRR RENG’    Parêzer Mebûse Tekay a yek ji destpêka Nobeta Edaletê heta niha edaletê digire jî da zanîn ku Tahîr Elçî yê hat kuştin, Bekîr Kaya û Selahattîn Demîrtaş ên girtî ne ne di nava wan de ne û ew li dijî her cûre neheqî û zilmê bi hêrs in û ew niha bûne pirr reng û bi hev re dimeşin. Tekay got êdî ew ji bêdengiyan rizgar dibin û pêdivî bi hevgirtinê heye.     Herî dawî Serokê berê yê Baroya Mêrsînê Alpay Antmen ê niha Parlamenterê CHP’ê ye axivî û got: “Lazim e pakêtê darazê yê alternatîf bê avakirin.”    Piştî axaftinan çalakiya nobetê qediya. Baroyan ragihand ku dê çalakiyek din a nobetê li Kocaeliyê bê lidarxistin.