Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin 2019-07-19 15:05:44 ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê, afîşên Kurdî yên qeyûm li ser otobusên şaredariyê rakiribûn, dîsa pê ve kirin.     Qeyûmê di 17’ê Mijdara 2016’an de tayînê Şaredariya navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kirin, par nivîs û wêneyên Kurdî yên li ser otobusên şaredariyê rakiribûn û li şûna wan afîşên Tirkî pê ve kiribûn.     Şaredariya Cizîrê, afîşên Kurdî yên hatibûn rakirin, dîsa pê ve kirin. Şaredariyê wêneyên Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Celadet Alî Bedirxan û cihên dîrokê yên bajêr Medreseya Sor, Mizgefta Mezin û Birca Belek bi otobusan ve kirin. Şaredariyê di heman demê de nivîsa Kurdî ya “Bajarê Cizîrê dergûşa şaristaniyê ye” li ser afîşên bi otobusan ve kirin nivîsandin.   Şaredariyê di daxuyaniya da de wiha got: “Bi guhertina me kir, me xwest em dîroka bajêr bidin jiyîn û xwedî dîroka bajarê xwe derkevin.”