Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye 2019-07-19 14:40:53   AMED - Li Lîcê, di encama bombebarkirina balafirên şer de, agir bi qadên daristanê ket û hat ragihandin ku ewlekariya canê welatiyan di talokê deye.    Hat diyar kirin ku balafirên şer û helîkopterên leşkerî girê Kort ê li gundê Dewaxey a girêdayî Taxa Xosar a navçeya Lîcê ya Amedê, bombebaran kirin. Hat dest nîşan kirin ku di bombebarana saetekê dewam kir de, agir bi qadên daristanên herêmê ketiye. Welatiyên li herêmê da zanîn ku çolterên tax û gundên nêzî wan hatin bombebaran kirin û tu ewlekariya canê wan tuneye.    Li aliyê din, hat ragihadin ku operasyonê leşkerî ya herêmê berdewam dike.