Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir 2019-07-19 14:10:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Îstînafê biryara 30 sal cezayê li Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel birî bû xera kir.    Heyeta Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ku 30 sal ceza li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak birî bû xera kir. Dadgeha herêmî li Kişanak 14 sal û 3 meh ceza û li Tuncel jî 15 sal ceza birî bû. Heyeta Dadgeha Îstinafê ya Edliyeya Herêma Dîlokê biryara dadgeha herêmî ya der barê Tuncel û Kişanak de xera kir.