KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir 2019-07-19 13:54:44 AMED - KCD'ê bi minasebeta 7'emîn salvegera Şoreşa Rojava peyamek şand û Şoreşa Rojava li gelên Rojava pîroz kir. KCD'ê têkildarî komkujiya Pirsûsê jî peyam weşand û komkujî şermezar kir.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava û salvegera Komkujiya Pirsûsê peyam weşand. KCD'ê di peyama xwe de wiha got: "Wekî her sal em îsal jî 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi moral, kelecan û coşeke mezin pîroz dikin. Şoreşa Rojava di serî de li gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz be. Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinan pêş ket, di nava şeş salan de guherînên mezin ên şoreşî-civakî pêk anî û bi şahidiya mirovahiyê destanên mezin di nava rûplên dîrokê de nivîsand. Her geşendan û nirxên nû yên derxist holê û bi xwe re vîna mirovan, rêxistiniya wan û hêza cewherî ya gelan derxist holê.   Şoreşa Rojava li hemberî modernîteya kapîtalist û sîstema paşverû-dagirker a herêmî, ji hemû gelên Rojhilata Navîn rêya azadî serfiraziyê vekiriye û bûye modela alternatîf. Şoreş sîstemek nû ya ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn ava kiriye û ev sîstem bûye şewq û hêviya hemû gelan. Sîstema li ser bingeha nirxên demokratîk û civakî hatiye avakirin, li Sûriyeyeke demokratîk ji hemû gelan, bîr û baweriyan, çandan re bûye projeya jiyana bi hev re ya di nava aştî, wekhevî û biratiyê.  Her wiha ev sîstem bûye temînata azadiya gelan. Şoreşa Rojava bi Kurdistan û Sûriyeyê re li seranserê Rojhilata Navîn bûye modela avakar û pêla şoreşa nû ya azadî-demokratîk bi xwe re derxistiye holê. Hêzên dagirker û paiverû yên herêmî şoreşê wekî gefekê dîtine û çeteyên DAIŞ’ê şndin ser vê şoreşê.  Bi azadkirina Kobanê, Minbiç, Reqqa û bajarên din re di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî sîstema dagirker a herêmî serkeftin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ne tenê ji bo gelê kurd di heman demê de ev şoreş bûye berxwedan û serkeftina hemû gelên herêmê û wijdanê hemû mirovahiyê.   Xwedîderketin, destek dayîn û jiyandina şoreşa Rojava tê wateya jiyandin û xwedîderketina daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn. Di çarçoveya van nirxandinan de, em 7’emîn salvegera Şoreşa li gelê me yê welatparêz ku ev şoreş pêk anîne, şervanên enternasyonalist û hemû hêzên demokratîk ên navneteweyî û neteweyî yên keda wan di vê şoreşê de çêbûnê spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Hemû cangoriyên bi jiyana xwe ev şoreş pêk anîne bi rêzdarî û minêtdarî bi bîr tînin.   KOMKUJIYA PIRSÛSÊ ŞERMEZAR KIR   KCD'ê komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwanên sosyalîst hatin kuştin jî şermezar kir û wiha got: "Ciwanên çepgir-sosyalist ên Tirkiyeyê bi armanca piştevaniya enternasyonal a ji bo piştevaniya gelê me û şoreşa Rojava di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê kom bûn. Çeteyên terorê yên DAIŞ’ê di nava ciwanan de bombe teqandin. Di vê êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalist şehîd bûn û zêdetirî sed ciwan jî birîndar bûn. Ligel ku di ser vê komkujiyê de 4 sal derbas bûn jî hêj “perdeya tarî” ya li ser vê komkujiyê ranebûye. Hê jî berpirsyar û hêzên sereke yên vê komkujiyê dernexistine holê.  Hewl didin ser vê komkujiyê bigirin û ji rojevê derxînin. Di 4’emîn salvegera komkujiyê de şehîdên Pirsûsê bi ruhê têkoşînê û bîr û baweriyeke xurt bi bîr tînin. Bi baweriya girêdana bîranîna wan; em soza ku ew daxwaz û hêviyên ji bo yekîtiya gelan, biratî û pêşerojeke azad-demokratîk ên şehîdên me canê xwe di rêya wê de dane bi têkoşîna xwe em ê bidin jiyîn û bigihînin serfiraziyê didin wan.   Girêdana bi bîranîna wan re, divê em rêxistiniya xwe xurtir bikin, têkoşîn hevpar bimeşînin û bi ruhê têkoşîna enternasyonal rê nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn bidin. Bi van hest û ramanan em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Di şexsê şehîdên Pirsûs û Rojava de hemû şehîdên azadiyê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û em minêtdarê wan in.