Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir 2019-07-19 13:08:19   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serdozgeriyê bi lez bersîv da û daxwaza malbatan red kir.   Mehmet Ocalan û Vasîs Mazlum Dînç, ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîge Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin re hevdîtin bike serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Lê serdozgeriya Bûrsayê bi lez bersîv da malbata Ocalan û daxwaza hevditinê red kir.    Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgerê Komarê ya Bûrsayê daxwaza malbatan jî, bi lez û bez red kir.   Serdozgeriyê bi hinceta "hejmara 5275" û “Sînordar kirina mafê hikumxwaran" daxwaza malbatan red kir. Malbat, herî dawî di 5’ê Hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.    Malbat girtiyên Îmraliyê herî dawî di 5’ê Hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.