Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye 2019-07-19 12:33:22 WAN – Rojnameger Adnan Bîlen ê bi îdiaya “heqaret li Serokkomar” kiriye tê darizandin got pavekirinên wî ne heqaret in û rexne ne.    Rojnameger Adnan Bîlen bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” tê darizandin. Danişîna doza Bîlen li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê hat dîtin û Bîlen û parêzerê xwe Haşem Baygumuş beşdar bûn.    Bîlen nivîsên kunciknîvîskaran û şîroveya li bin wêneyan li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiribû. Bî îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” du carên din jî bi daxwaza cezakirinê doz li Bîlen hatibû vekirin.    'PARVEKIRINÊN MIN REXNE NE’    Bîlen di dozê de parastina xwe kir û got parvekirinên wî bi naverokak dê heqaret hebe nîne. Bîlen da zanîn ku nivîsên derbarê hem Serokkomar û hem jî serokê giştî yê partiyê de hatine nivîsîn û parvekirina vê ne heqaret e, ev yek rexne ye û nivîsandin û parvekirin ne sûc e û divê nebe sûc. Bîlen anî ziman ku ew li pey parvekirinên xwe ye û ew cezakirinê naxwaze.    Parêzer Haşem Byagumuş jî paratsina miwekîlê xwe kir û beraetkirina miwekîlê xwe xwest.    Dadgehê danişînê taloqî 8’ê mijdarê kir.