Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin 2019-07-19 11:53:48   AMED - Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin, bi jinên li Baxçeyên Hevselê dixebitin re hatin gelhev. Jinan ji Bûtûttekîn daxwaza avakirina cihê bazarê kirin.    Hevşaredara navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekin, jinên li baxçeyên Hevselê hilberîna zerzewatan dikin û li ber Goristina Deriyê Mêrdînê difiroşin, ziyaret kir. Bûlûttekîn û jin li hev kom bûn û heya demekê sohbet kirin. Jinan, Hevşaredar Bûlûttekîn dawetî Baxçeyên Hevselê kirin û jê xwestin ku qadeke bazarî ya ku karibin lê zerzewatê xwe bifirûşin, ava bike.    Bûlûttekîn, diyar kir ku ewê di demek kurt de daxwaza bazarê ya jinan bi cih bînin û jinên li Baxçeyên Hevselê dixebin ziyaret bikin.